Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Zerdeştî

kawa

Endam
27 May 2020
13
Wan
Zerdeştî, mazdayasna yan jî behdîn navê dînê Ariyan e ku halê Pêxember Zerdeştê hatû çêkirin. Di pêvejoya dîroka xwe ya hezarsalane de, ola Zeredeştî, bi serbilindî, xwe yek dêrîntirîn olên civakên cîhanê pêşkêş dike. Lewre jî ez pêwîst dibînim ku em bi kêmanî hinekî li ser vê olê; li ser pêxemberê wê Zeredeşt, pirtûka wê ya pîroz Avesta û li ser hinde baweriyên bingehîn ên vê olê zani bin. Nemaze, eger mirov bizani be ku rojekê em Kurd tev, ta dema hatina ola Îslamê, ji peyrewên vê olê bûn.
Zeredeşt ji êla Spîtamîdan e, a ku di Yasna (46,13 – 51,12 – 53, 1) de hatiye binavkirin. Li ser wateya navê Zeredeşt lêkolînvan negihane baweriyekê tenê; hinek dibêjin “tîmarê hêştiran” e, hinek din jî dibêjin “xudanê hêştirên rengzêrî” ye. Navê dê û bavê wî jî, Pouruşaspa ( Yasna 9,15; yt 5,18) û Dugdova (Fr,D.4) bû.

Li ser zaroktî û xortaniya wî gelek agahî nînin. Lê tê zanîn ku ew hîn ji zaroktiya xwe de oldar bû û li ser rêûresmên pêşkêşkirina qurbanan û li ser stêrkzanîn û antropologiyê gelekî zanayî ya wî hebû (Yasna 33,6).

Di sîsaliya xwe de, Zeredeşt dest bi belavkirina ola xwe dike (Yasna 28,4). Di deh salên pêşîn de pir kes guh nadinê, loman jî di Yasne 46, 2–5 de gilî û gazincên xwe dike ku çawa peyrewên wî hindik, xizan û stemlêkirî ne.

Ji ber vê yekê jî ew ji welatê xwe bar dike (Yasna 46,1). Li gor agahiyên zimanewanî, zanyar di wê baweriyê de ne ku Ew pir dûr neçûye, ango neçûye devereke ku têde bi zimanekî di tê axaftin; ew di nav xelk û axivên heman zimanî de mayî.

Piştî ku peyam û baweriyên Zeredeşt digihin guh û dilê Viştaspa, yê ku hîngê li devereke Bakurê Îranê desthilatdar (padîşah) bû, ew ji ola nû re dibe piştgir û parêzvan. Belkî ne ji wî bûya, ola Zeredeşt dê tu ciyê xwe di dîrokê de ne girti bûya. Li gora ku zeredeştiyên kevin gotine, Zeredeşt (77) salan û (40) rojî jiyaye û li ser destê yekî bi navê Malkuş hatiye kuştin. Welatê Zeredeşt Airyana Vaejah bû, ku bi xwe herêmeke li Bakur-rojhilatê Îranê ye (Wandidad 1,3 – 19).

Dema bûyîna Zeredeşt, bi misogerî, ne naskirî ye; Boyce dibêje ku Ew di sedsala 18-ê berî zayîna Îsa de hatiye dinê, hinek jî dibêjin ku Ew bi 258 ber Îskenderê Mekedonî hatiye. Li gor nivîsarên Asûrî, ola Zeredeşt li derdora sala 714 berî zayînê li Mediya belav bû. Lê piraniya çavkaniyan Zeredeşt di sedsala heftê berî zayînê de bi cih dikin. Li vir tiştê giring û balkêş ew e ku, li gor agahiyên zimannasiyê û li gor zimanê ku Zeredeşt pê daxivî, mirov dikare Wî di hezara diwem berî zayînê de bi cih bike.

1280px-Zoroastrianism_Tomb_Sulaymaniyah_province_18.jpeg