Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Zanistî Zanyarîyên Sereke û Mekanîzmaya Patolojîya Vîrûsa Koronayê

AstroKurd

Endam
9 Mar 2020
7
stream_img.jpg


Navê Corona; ji ber ku ev vîrûs li ser serê xwe tacek weke korona çêdike tê.
Ji bo xatrê win fêm bikin ku sedema nexweşîya ji ber 2019-nCov derketîye, bi xwe merivê nexweşîya SARS(SARS-CoV) û MERS’ê ye. Ez bawerim we navê SARS û MERS bihîstibû.

Gelo em çawa zanin ev vîrûs merivin an ji yek rêzêne?

  • Berî ez bersiva we bidim divê ez vê hişyarîyê bidim we ku her deqe û seet zanyarî tên guhertin û heta ez vê nivîsê biqedînim jî dibe ku tiştên ez ji we re bejim çewt bibin.
  • Dema em werin bersivê; wek ku min got; hîn lêkolîn berdewamin û li gor analiz û lêkolînên genomî, 2019-nCov %80-90 dişibihe SARS’ê. Heta hînek rapor %95 jî derdixe bele hîn analiz û lêkolîn neqedîyane.
Gelo navê 2019-nCov ji ku tê?

  • 2019-nCov ne navê vê vîrusêyî demkî ye. 2019 sala ku destpê kirîye. Buyera pêşî di meha Berfenbara 2019’a rû da. “n” ji gotina “Novel” yanî “nû” tê û “CoV” jî malbat a vîrûsê, “Coronaiye” ye. Ji xwe piştî demekê navê vê nexweşîyê ji hêla WHO (Organîzasyona Tenduristî ya Cihanê) hate eşkere kirin. Navê nexweşîyê COVID-19’e bele navê wê yî fermî (SARS-Cov-2ye). Weke mînak ku vîrusa HIV bi navê AIDS’ê tê naskirin.
Meseleya dûyem, gelo hêza kuştina wê çiye, an çi qas xeter e û kare bi qasî MERS and SARS’ê mirovan bikuje?

  • A rastî ji ber ku hîn ev nexweşî belav dibe em nikarin tiştekî bejin lê em karin li ser bifikirin û bersiva çend tiştan bidin? Hîn em nizanin SARS-CoV-2 bi qasî SARS’ê mirova dikuje an na.
Ka em bidin ber hev gelo ev nexweşî % çend mirova dikuje?

2019-nCov(SARS-CoV-2) %2,9 an %4 (li bajarê Wuhan %3.1)

SARS %10 (di sala 2003’an de destpê kiribû) yani her jî 10 kesan yekî dukuje.

Nexweşîya Zekem û Bêhnçikana Rojhoilata Navîn (MERS) : %40 yanî her ji 10 kesan 4 kes kûştîye.

Ev nexweşî çawa belav dibe?

A rastî pirsgirêkek mezine. Dema vîrûsa Ebola Belav dibû bi rêya av û elemen ji gewdê insan belav dibû lê 2019-SARS-CoV bi rêya hewayê belav dibe. Ev jî tê ser wateya ku ev nexweşî kare pir bi hêsanî û zû belav bibe. Yanî heger serokên cîhanê bi lez û bez tedbîrên xwe negrin xûyaye wê li hemû derê cîhanê belawela bibe.

Piştî seknekê nê dûdirêj Rêxistina Cîhanî ya Tendûristîyê (WHO) 30’e meha Çile 2020’an de ragehend ku 2019-n-Cov bûye krizêk cîhanî. Bi rastî ji bo ragehandina vê krîzê divê çend şert û merc werin cîh; hatine cîh belê niha ne hewceye em bahsa vê bikin û ji xwe ev mesele ji jiyana we re nabe pirsgirêkek. Tenê tê ser wateya hişyarîyê kê kû serokên dewletan tedbîrên xwe bigrin.

Peresan(Evolution). Taksonomî û Anatomîya Korona yê

Berî her tiştî, SARS,MERS û 2019-n-CoV her yek vîrusek Koronayê ye. Vîrûsên koornayê ji malbata (familya/ Coronaviridae) ye û piranî di nav ajalan (heywan) de peyde dibe.

Li gorî Taksonomîya ev vîrûsan a cûrbecûrin; Koronavîrûsên Alfa, Koronavîrûsên Beta, Koronavîrûsên Gama, Koronavîrûsên Delta hene. Belê pîranî yên Beta me eleqedar dikin ji ber ku ev vîrûsên em bahsa wan dikin(SARS,MERS, 2019-n-Cov) di gruba Beta de cîh digrin. Bi rastî ev vîrûsên Koronayî ne xeterin, bele ji ber hinek sedeman tên gûhertin û dibin sebeba mirina mirovan. Yanî peresana vîrûsên koronayî dibin xeter.

Vîrûsên Beta weke me got piranî di nav ajalan de peyde dibin. Yên Beta ku anha em bahsa wan dikin piranî ji pelçemokan belav dibin belê dema bi tesîra pelesanê xwe digûhere bi awayekî ne diyar derbasî mirovan dibe. Weke mînak nexweşîya Rojhilata Navîn (MERS) ji deveyan derbasî mirova bibû û gelek mirov bi xwere kûştibû. Hîn ne diyarê bê SARS-CoV-2 bi çi awayî derbasî laşe mirova bûye. Heger em rast bikin, SARS-CoV-2 nevîyê peresanbûyî KoronaVîrûsê Beta ne. SARS-CoV bi xwe ji pelçemokên “Rhinolophus sinicus” tên



Pelçemokên “Rhinolophus sinicus”


Ev vîrûs bi xwe ji gelek ajalên cûrbecûr belav dibin. SAR ji pelçemoka Rhinolophus sinicus, MERS ji Deveyê yek bocik belav bû û SAR-CoV-2 jî hîn ne diyare bele dibêjin ji marê Bangarûsê belek belav bûye. Lê hîn nehatîye ispatkirin.

Îdîa; Sars-Cov-2 ji marê Bûngarûsê Belek belav bûye. (Bungarûs)



Mar ê Bungarûsê Belekî
Gelek lêkolîn li ser SARS-CoV-2 yê tê kirin û hîn jî berdewame. Lêkolîna li ser genomê wê hatîye kirin derxist holê ku %80 dişibihe ê Pelçemoka “Rhinolophus sinicus”ê. Belê lêkolîn hîn dom dikin û koka peresan(Evolution)a vê vîrûsê hîn ne diyare.

Ka em hebekî bahsa Semptom û Nexweşîyê bikin.

Vexuyan û Semptom

Nexweşê pêşî bi sedema zatûra yek ne diyar hatibû û dawîyê diyar bû ku ji ber 2019-n-Covê nexweş ketîye.

  • %90’ê nexweşa laşe wan disincire
  • %80’ê nexweşa behalbûn û kuxika zûwa
  • %20’ê nexweşa bêhn çikanî
  • %15’ê nexweşê bêhtengî hatiye çavdêrkirin.
Ji bilî zatura bakteri, yên bi sedema vîrûsî dibe ku kuxikên bê lîçik û zuwa bavêjin û laşêwan kêm bisincire. ;Ev semptomana ne zêde bi hêzin. Piranî weke zekemê ye.

Belê piştî hefteyekê gelek bûyer xerabtir rû diin û hewcedarîya naxweşxanê heye. Dibe kû pêşî kuxikek kêm derkeve lê bele paşî xerab dibe. Heta anha ew kesên ku bi van semptoman nexweş bûne %15-20’e wan li nexweşxana hatine bicîhkirin û pêdiviya wan bi ventîlasyonê(maşîneya oksîjenê) hebû.

Sedemên Nexweşîyê û Faktorên Rîskê

Li gor zanyarîyên anha, tene kesên bêhêz û bêhal û parêzbendî(immunite)ya wan qels gelekî zahmet kişandine. Anha ji bo kesên qels û pîr çûna derdora Wûhanê hema hema qedexe ye. Li gor meha Çilê ya vê salê kesên bi vîrûsa SARS-CoV-2’yê ketine %73’yê wan mêrin û averaja(nîvîkiirn) emre wan 49 e. Hinek ji van nexweş grûp bûn û di malekê de dijîyan. Ji nexweşan tene %10’ê wan di bin 40 salî de ne.

Li gorî zanyarîyên dawî; 425 kesên li Çînê mirine (%99,5’ê dinyê) %80’yê wan ji 60 salî mezintir bûn û ji wan kesan %60’ê wan berî vê nexweşîyê xwedî nexweşîyek din bûn. Divê ez dîsa bînim bîra we ku hîn nexweşî aloze û lêkolîn berdewamin lê em zanin ku kesên qels di grûba xeterê de ne.

Teşhîs/Nav Lê dan

Lli gorî zanyarîyên vê dawîyê Vîrûsa Korona tene li nexweşxana û Laboratûarên taybet de teşhis lê didin. Lêkolînerên Çînî ragihandin û gotin ku wan alavek di 8 and 15 deqeyan de karin teşhis bike çê kirine. (Li vir bitikînin)

Tedawî û Metod

Piştî nexweşî belav bû gelek lêkolîner û rêxistin gelek metodên tedawîyê bikar anîn lê encamek lê hêja derneket holê. Belê nuçeyek baş di 31 Çile 2020’an de ji kovar a “The New Englad Journal of Medicine” hat. Li gor nivîsê, Li Emerîka’yê nexweşî yekem ê mexdûrê Vîrûsa Korona bi dermanek li dijî Virûsê RNA’yî xûrt de hatiye dermnakirin. Navê dermanê “remdesivir”e. Ev derman li dijî SARS û MERS’ê tê bikar anîn û serkeftîye. Li gor encamê vê tedavîyê; nexweş piştî ev derman wergirt baş bû. Piştî bi rojekê semptomên wî kêm bûn û wenda bûn. Nexweş 35 salî bû û di rojekê de germahîya laşe wî ji 39,4’an daket 37,3’ya û xirexira(ral) ji kezebawî dihat jî wenda bû. Ji bilî kuxikê hemû semptom baş bûn.

Belê ji bilî rewşa awarte remdesivir bi xwe ji bo nexweşîya Ebola hatîye çêkirin û tene li ser ajalan ji bo 2019-nCoV hatîye bi karanîn. Li gorî lêkolînan û nivîsek di kovara “Nature” (4 Sibat 2020) hem remdesivir û hem dermanên anti-ta (malaria)(/bi kurmancî; ta li sere wî xist) gelekî biserkeftî ne. Bi karanîna van dermanan gelek êş û semptomên vê nexweşîyê gelekî kêm kirin hetta wenda kir. Piştî van bûyeran hikûmeta Çîn’ê ragihand (31 Çile 2020)ku ewê li dijî 2019-nCoV dest bi vê tedavîyê bike. Bi rastî ev tedavi gelek kes bi hêvî kir û pêşveçûnek başe û li dijî vê şobê çeke me ye. Encamên vê tedavîyê wê di 27’e Nisanê de were eşkere kirin. Ka em binerin…
 

AstroKurd

Endam
9 Mar 2020
7
Heta anha tû tedawîyek bikêr hatî çênebûye, nehatîye dîtin. Tenê semptomên 2019-nCov’ê tên tedavi kirin û dexwaz ew e ku sîstem a parêzbendîyê xurt bikin.

Ji yekê Sibatê û pêvê gelek şîrket û laboratûar lêkolînên li ser tedawîya 2019-nCov’ê dane destpêkirin. Lîsteya wan ev e:

  1. Li Çînê grûbek lêkolînêr antîjenek bi 2019-nCov’ê girêdayî hilberandin an çêkirin. Ew grûp wan salê bere li dijî SARS’ê jî antîjenek çê kiribûn.
  2. Kompanya biyoteknîki a Regeneron bere li dijî MERS’ê 2 antîjen hilberandibû. Hevî dikin kû heta 6 meha karekî baş bikin. Ji xwe li dijî Ebolayê jî wan di hundirê 6 mehade antîjenek çêkiribûn ku dikarin li ser mirovan bicerîbinin.
  3. Kompanya Biyolojîk a bi navê WuXi ya Çin’ê bi 100 kesî dest bi xebatên dîtina tedawîya 2019-nCovê kirine. Armanca wan gihîştina rekorekê ye da k udi hundire 4-5 mehan de tedawîyê bibînin.
  4. Kompanya Emerîki ya RenBio, dixebite ku ji genên li çîpê insana dikeve antijenek çê bike.
  5. Mumkûne ku ji dermanên li dijî vîrûsa HIV’ê ji tedawîyek peyde bibe. Xebat li ser vê meteodê jî heye. Weke mînak dermanê Ebolayê ya bi navê Galidesivir dikare bibe dewa an xalek destpêkê jî bo 2019-nCoV’ê.
  6. Kompanya; Emerîkî ya Gilead, dicebite ku bi Remdesivirê vê nexweşîyê tedavi bike. Ji berk û rewşa awarte hebû ev dermna li ser însanan bi kar anîn. Ji xwe ji bilî kuxikê hema hema hemû semptom bi vî dermanê baş bûne û Çîn ragihad ku wê dest bi tedawîyê bike.
  7. Kompanyayên Moderna û Johnson&Johnson li ser çêkirina derzîya vê nexweşîye dixebite.
  8. Kompanya gelekî mezin di çêkirina derzîyan de Glaxo Smith Kline di 2’yê Sibatê de daxûyanî da kû ev ê teknolojîya xwe ya nû di derbarê çêkirina derzîyan de ji bo hemû kompanyayên din re veke. Armanca wan ji bo zûtirin dem de derzîyek ji bo vê nexweşîyê peyde bibe.
Kar û xebatên ji bo çêkirina derzîyekê ku 2019-nCoV tedawî beke berdewame. Belê Rexistina Tenduristî ya Cihanê(WHO) daxûyanî da û got prosesa çêkirina derzîyê gelekî lawaze û wext digire. Enstîtûya Pasetûr jî got; çêkirina derzîyê dibe ku heta 20 mehan dewam bike.

Heger win ev semptomên ku li serî de me bahsa wan kir di xwe de bibînin, win karin herin ev nexweş xanan.
Li Bakurê Kurdistanê:

  1. AMED- SBÜ Diyarbakır Gazi Yaşargil Eğitim ve Araştırma Hastanesi
  2. Erzirom- SBÜ Erzurum Bölge Eğitim ve Araştırma Hastanesi (Erzurum Şehir Hastanesi
  1. Elezîz- Elazığ Fethi Sekin Şehir Hastanesi
  2. Dilok- Gaziantep Dr. Ersin Arslan Eğitim ve Araştırma Hastanesi
  3. Meletî- Malatya Eğitim ve Araştırma Hastanesi
  4. Wan- SBÜ Van Eğitim ve Araştırma Hastanesi
Li Rojhilat, Rojava û Başûr hîn ne diyara gelo çi tedbir hatine kirin.

Ji bo Kurdên li metropolên tirkî dijîn:

  1. Edenê- Adana Şehir Hastanesi
  2. Enqere- SBÜ Ankara Eğitim ve Araştırma Hastanesi
* Ankara Şehir Hastanesi

  • Entalya- SBÜ Antalya Eğitim ve Araştırma Hastanesi
  • Bûrsa- Bursa Şehir Hastanesi
*SBÜ Bursa Yüksek İhtisas Eğitim ve Araştırma Hastanesi

  • SBÜ İstanbul Haseki Eğitim ve Araştırma Hastanesi
*SBÜ Bakırköy Dr. Sadi Konuk Eğitim ve Araştırma Hastanesi

*SBÜ İstanbul Eğitim ve Araştırma Hastanesi

*SBÜ Kartal Dr. Lütfi Kırdar Eğitim ve Araştırma Hastanesi

  • T.C. Sağlık Bakanlığı SBÜ İzmir Dr. Suat Seren Göğüs Hastalıkları ve Cerrahisi Eğitim ve Araştırma Hastanesi
* SBÜ İzmir Tepecik Eğitim ve Araştırma Hastanesi

Prosesa Nexweşîyê

Li gor çavdêrîyan nexweşî hêdî hêdi di laşe mirovan de xûrt dibe bele dîsa jî li gorî SARS û MERS’ê hîn kêmtir kujende ye. Yani bi qasî van her dû nexweşiyan insana nakûje. Li gorî lêkolînek akademik li ser 41 nexweşên çûne nexweşxaneyanda hate weşandin. Ji 41 nexweşî 6 kes (%15) jiyana xwe şi dest da. Di 7 rojan de mecbur man herin nexweşxanê, di roja 8’an de bêhna wan diçikîya, di rojan 9’an de ji nişka bêhna wan diçikiya û di deh roj û nîvan de mecburi serwîsa awarte diman.


Grafika seyra nexweşîyê : Li vir bitikînin

Çiqas Tê Dîtin/Epîdemiyolojî (epidemiology)

Li gorî 14’ê Sibatê, istatistîkê Virûsê ev-in:

  • Li çend dewleta peyde bû: 31
  • Hejmar a nexweşa: 76.775
  • Hejmara mirîya: 2.248
  • Hejmara nexweşên başbûyî: 18.858
  • Buyerên ji dervêyê Çînê: 393 (<%1) (%80’ê Bûyerên li çînê rûdan ji herema Hûbeî ne.)
  • Hejmara mirîyên ji dervêyî Çînê: 10
  • Bûyerên li Kurdistanê: 0

Dema em li grafîkê dinerin kû xûya dike gelekî bi lez belav bûye lê sedema wê ev e ku rojên pêşi bi testên RNA ev vîrûs tespit dibû. Belê bi tomografîyê jî rê heye ku tespit bibe. Ji ber vê yekê ji nişka de zêde bûye.


Li gor 21’ê sibatê bûyerên pesendkirî ji bilî Çînê wiha ne:

  • D.Y.Emerîka: 16
  • Aûstralya: 15
  • Elmanya: 16
  • Yekitîya Îmarat: 9
  • Belcîka: 2
  • Brîtanya: 9
  • Frensa: 12
  • Filipîna: 3
  • Finlandîya: 1
  • Korya Başûr: 204
  • Hindistan: 3
  • Hong Kong: 68
  • Ispanya: 2
  • İran: 5
  • Ispanî :2
  • Swêd: 1
  • Îtalya: 3
  • Japonya: 97
  • Keneda: 9
  • Kamboçya: 1
  • Malezya: 22
  • Makau: 10
  • Nepal: 1
  • Rûsya: 2
  • Singapur: 85
  • Srî Lanka: 1
  • Tayland: 35
  • Taîwan: 26
  • Vîetnam: 16
  • Yêndîn: 218
Vîrûs roja 31’ê Berfenbarê li Çînê derket holê. Çîn ji bo pêşîya vîrûsê bigre karantina ragihand û bi xûrt û qels pêşî 60 milyon mirov jê bi tesir bûn.

Li bajarê Wûhanê lêkolin dan destpê kirin û derket ku gelek bûyer jî hela rojavayê bazara goşt ya Wûhanê tên. Hêla rojhilatê bazarê, hêla goştê ajalên wahşîne. Ji 33 bûyeran 31 jê hêla rojava hat. Ew herem piranî ticareta goştê heywanên wahşî dike. Ev ji xûya dike kû nexweşî ji ajalek wahşî belav bûye. Li cîhên wiha divê hijyen gelekî li serdest bê girtin. Lê xûyaye ji ben van haw a gelek nexweşî wê hîn derkevin.

Tedbîrên Şexsî

Gelo em karin çi bikin?


Weke me got hîn derziyek ku raste rast vê vîrûsê bikûje nehatîte çêkirin û hinek kesên ku tu carî neçûnê Çînê û heta Çîn di xewnê sibeha xwe jî de nedîtine nexweş ketine. Yanî nexweşî hatiye ber derîyê wan. Ka ez ji wer e çend tedbîran bejim:


– Dema we deste xwe şûşt, kêmanî 20 sanîya bifirkînin. Heger sabun tûnebe bi alkol û dezenfektanê pak bikin.

  • Heger we desten xwe şuştube jî nebin ser rûyê xwe, deve xwe û çavên xwe…
  • Tu cari goştên xav nexwûn û dûrê goştê xav herin.
  • Heger win nexweş bin ji malê dernekevin.
  • Deve xwe û pozê xwe bi merheme bigrin û bipişkin.
  • Cihê kû win lê dixebitin û pir dest didênê car caran dezenfekte bikin.
  • Bi giştî ji kesên nexweş dûr bikevin.
  • Heger kare we tune be neçîn Çînê, û dûrî kesên kû di wextek nêz de ji Çînê û bi taybet ji Wûhanê hetibe bin.
  • Deme we semptomên vê nexweşîyê dît, hay ji xwe hebîn û dûr bikevin.
Ka em bahsa tiştekî din bikin; Gelo em ji Çînê tiştekî bikirin dibe ku em nexweş bikevin an paketên kargoyan amin e?

A rastî pêşi daxûyanîyek ji Enstîtûya Minnesota hat. Hat gotin ku vîrûsa 2019-nCoV piştî ji laşe qonaxa xwe derbikeve piranî kare 2-3 seetan aktif bimîne.

Belê 6’ê meha Sibatê di kovar a “Journal of Hospîtal Infection” (aha va ye) de nivîsek derket û hat gotin ku ev vîrûs dikare li ser rûyê cincoq, plastîk û metal heta 9 roja jî aktif bimîne. Heger kargoya we berî 9 roja bê divê win zanibin metirsi heye. Dik o varê de hat gotin ku;%61-71 bi ethanol, %0,5 hîdrojen peroksîd û %0,1 sodîyûm hîpoklorîtê bi serkeftî dikare dezenfekte bibe. Ev rast;î ji bo madeyên bê rûh û hîn em nizanin gelo ji van madeyan dibe kû vîrûs derbasî insan a bibe an na.

Gelo Heyvanên Malê di Metirsîyêde ne an Na?

Dibe kû ajalên weyî li malê an di axûran de ev nexweşîyê bigrîn pê bimrin belê hin piştrast nebûye kû ev nexweşî ji ajalan derbasî însan a bûye an na. Belê dîsa jî piştî we dest da heywanên xwe bi awayekî baş deste xwe bişon.

Li Kurdistanê û dewerên Kurd lê Dijîn Buyer Hene?

Na, hîn li Kurdistanê tû bûyer piştrast nebûye. Lin av tirkî, Iraq û Surîyê jî hin tiştek nebûye. Belê 18’ê sibatê 2 bûyer li îranê piştrast bû û gotin ku ew her dû kes jî jiyana xwe ji dest dane. Gelî Kurdîno nxweşî hate ber derî.

Maskeyan ji xwe û malbat a xwe re bikirin û dezenfektanan jî peyde bikin.

Gelo Maske lazime?

Belê maske başe lê tenê nabe mertal ji bo we. Bi mînin di xêr û xweşîyê de

Ezê gûncaw bikim û dirêj jî bikim. Bişopînin

*Guncaw: Ji ber metirsî ya SARS-CoV2 Servîs a Awarte Nexweşxaneya Hewlêrê ji bo bûyaran…