Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Wîkîpediya: Gotareke nû çawa tê afirandin?

Roni

Rêvebîr
Rêber
8 Mar 2020
65
Behram

1. Mijara xwe li qûtîka lêgerînê binivîse.
2. Heke mijar tune be dê vebijarkekê derkeve pêşiya te. Pê li girêdana wê hevokê bike: "Rûpela "MIJAR" çêke!"
3. Hevoka xwe ya pêşîn binivîse. (Ji bo vîdyoyê min berê amade kiribû û lê pêve kir)
4. Divê navê gotarê (mijara ku te lê geriya û dixwazî li wîkiyê biafirîne) bibe kirdeya hevokê û divê wê bike bold.
5. Piştre li têgehên hevokê girêdanan ava bike.
6. Çavkaniya xwe li hevokê zêde bike.
7. Heke tu dixwazî wêne bar bike, ji vebijarkên "Tevlî Bike"yê vebijarka "Pel"ê hilbijêre û ji wênedanka Wîkîpediyayê wêneya xwe hilbijêre.
8. Ji bo asta pêşîn karê me temam bû, gotar biweşîne.
-- Heta niha van gavan bi riya "Visual Editing"ê hat çêkirin. Lê divê em binbeşa "Çavkanî"yê standart bikin. Ji bo wê piştî weşandina gotarê, pê li bişkoka "Çavkaniyê biguherîne"yê bike. Pê li îkona qelemê bike û vebijarka "[[]] Guherandina çavkanî" hilbijêre. Û wekî di vîdyoyê de hate rêdan, berê "== Heading text =="ê tevlî bike û cihê wê çavkanî binivîse, piştre jî li bin wê "{{çavkanî}}" binivîse ku girêdana me ya me li hevokê zêde kir, were bin wê sernivîsê. Ji bîr nekin ev vîdyo ji bo mînak bû. Divê em zêdetir agahî di gotarên xwe de binivîsin û her tim çavkaniya xwe bi hevokên xwe girê bidin ku pêbaweriya gotarên me zêde bin.
* Tu bixwazî, dikarî her tiştî bikî.
Çavkanî: Xewxewokê Xewlêheram