Dîrok a Kurda Wekîl Mistafayêv

0 Tê Şopandin
2 Şopîner

DîrokHez

Endam
Bikarhêner

5 Şub 2021

34 Mesaj

69 Çalak

0 Çareseri

13

Peyama Yekemîn

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Tevlîbûn
5 Şub 2021
Peyam
34
Pûanên Behganîye
69
Cîh
Kurdistan

FB_IMG_1650425768975.jpg



19ê avrêlê sêyemîn salvegera koça dawî ya têkoşerê nemir Wekîl Mistefayêv e, bi rêzdarî bi bîr tînim

Wekîl Mistafayêv, Kurdekî niştîmanhez û Kurdistanparêz û welatparêzekî resen bû.

Heta dawiya jiyana xwe têkoşîna xwe meşand, li pey xwe mîrasek dewlemend hişt.

Rêzdar Wekîl Mistafayêv, tu ji bo me tim û tim jîndar î, zindî yî.

Binemaliya Wekîl Mistefayêv bi reçeleka xwe digihîje hoziya (eşîreta) Koroxlî, ango Rewşan.

Di sala 1937an da ji ber siyaseta Stalîn û Panturkîstên Azerbeycana Soviyetê, malbata Wekîl Mistefayêv, mîna hezar malbatên kurdan, ji Kurdistana Sor hatibû aksorkirin (sirgûnkirin). Ew kurdên Kafkasê di salên 1937an û 1944an da bi zorê ji xaka kal-bavan hatibûn veqetandin û di komarên Asiya Naverast " Qazaxistan, Qirgizistan, Tacîkistan û Ozbêkistan " da hatibûn cîhwarkirin.

Wekîl Mistefayêv di sala 1938an da li ozbekîstanê ji dayîk dibe.

Di salên Şerê Cîhanî yê Duyem da xwîşk û birayekî wî digel hezar zarokên kurdan li Asya Naverast ji birçîbûnê mirin.

Lê piştî serdema Stalîn hinde pêngavên lîberal û înternasyonalîst li Yekîtiya Sovyetê hatibûn avêtin û li ber zarokên kurdên sirgûnkirî jî riya pêşdaçûna kesanî (şexsî) vebû. Wek encam, Wekîl Mistefayêv di navbera salên 1955an û 1963an da jiyana xwe bi Artêşa Sor ya Sovyetê va girêda û bibû fermandar.

Ji sala 1963an û virda Wekîl Mistefayêv xebatkarê elwekariya Sovyetê bû û karên taybetî ji wî dihatine xwastin.

Di sala 1967an da Wekîl Mistefayêv kolêja mafê li zanîngeha Kirgizistanê tema kir û dibe serokê Şaredariya bajarê Oşê yê Kirgizistanê .

Di salên 1970î-1980an da Wekîl Mistefayêv di polîsa Komara otonom Kara-Kalpak da, ya beşeke Komara ozbekîstanê ye, xebata dijî bertîlkirina karmend û siyasetmedaran birêvedibir.

Di salan 1980-î de seroktiyê şubeya cinayetên giranî ya Wezereta Hundurîn otonomiya Qaraqalpakiya li Ozbekistanê kiriye.

Di sala 1988an de li Sovetistanê tevlîhevî û nakokiyên di nav milletên curbecur dest pê dibe, li ser Kurdên Ozbekistanê, Qirgizistanê, Ermenistanê zextên neteweperestî dest pê dibe .

Wekîl Mustafayêv tevî hevalên xwe rêxistina “Yekbûn”ê ava dike.

Dibe cîgirê wê organizsyonê, armanca wî ji nûva avakirina otonomiya Kurdistana Sor bû.

Wekîl Mistefa di sala 1991 damezrandina Kurdistana Sor ragihand .

Wekîl Mistafayêv, piştî hilweşandina dewleta Sovyetê wek penaber li Ewrupa jiyan kir.

Ew nivîskarê pirtûka dîrokî bi navê “Kurdistana Qafgasyayê” û xwediyê bi sedan gotarên dîrokî û siyasî ye.

Di 19ê avrêlê sala 2019an da koça dawî dike . Temenê Wekîl Mistefayêv 81 sal bûn.

Di hemû jiyana xwe de hesrata wî Kurdistaneke serbixwe bû.

Di wesiyeta xwe de dibêje, ji ber min nikarîbû azadiya Başûrê Kurdistanê bibînim, termê min li wir bispêrin axê.
 

Hozan

Endam
Bikarhêner

3 Tem 2021

21 Mesaj

23 Çalak

0 Çareseri

0

Peyama Yekemîn

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Tevlîbûn
3 Tem 2021
Peyam
21
Pûanên Behganîye
23
Cîh
Holanda
Cihê wi buhişt be .
 

Mijar

331

Peyam

904

Bikarhêner

253

Endamê/a dawîn

Muharrem

Üst