Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

TEREDİYA ÇANDEYİ

15 Mar 2020
2
Terediya Çandeyî

Hebûna muzîka arabeskî li Tirkiyê berî sala 1940 an bû. Li 1930 an de,dewlet di radiyoyan de muzîka Tirkî qedexe bû. Hemî saziyên muzîkê bi destê dewletê hatin girtin. Helbet sedemek hebû armanca vê kiryarê hezkirina muzîka Rojavayî di nav gel de dixwestin çêbikin. Dixwestin muzîka Tirkî,tevlî muzîka Rojavayî bibe lê ji aliyê gelve nehat hezkirin. Di muzîka Rojavayî de kes hestên xwe nedît,di wê demê de fîlmên Misrê di TV’yan de belav dibû bi qedekirina muzîkên Tirkî danûstandina fîlmên Misrî çêbû û bala gel kişand. Hunermedên wê demê jî mecbûr man xwe bi tiştên cûdave girê bidin lê di wê demê de stranên Erebî li Tirkiyê navdar bûn û hûn dizanin paşî çi bû? Bi Gavek pêştir çûn û stranên Erebî,fîlmên Misrî jî qedexe kirin. Hewlên yekparêzkirina muzîkê xilas nedibû. Belê dixwestin çanda Rojavayî li ser gel bandorê bigre lê ev hemî hewlên wan vale çûn,ji ber ku piştî qedexekirina muzîk û fîlmên Erebî li ser rîtmên Erebî gotinên Tirkî nivîsandin û bi vî awayî Arabesk hêdî hêdî li Tirkiyê ji dayik bû. Belê bitenê stranên Erebî na Hunermendên wek Îbrahîm Tatlises stranên Kurdî yekser bi gotinên Tirkî diguherîn û pêşkeş dikirin. Dixwestin muzîka Tirkî bikin wek muzîka Rojavayî nebû..Muzîka tirkî bû wek muzîka Erebî.
Li sala 1950 de bi pêşketina pîşesazî,koçberiya gundan ji bo bajêran çêbû kesên ku koçî bajaran bûn hemî li taxên Şevdanî de dijiyan. Belê hinek ju malbatên xwe dûr bûn,ji bo hestên wan diyar bibe,ji bo êşên wan bihê sehkirin cûreyeke muzîkê Arabesk derket holê. Di wê demê de diyar bû ku civat nikarî bû,rê li ber hestên xwe bigre. Di wê demê de gelek ji muzîka Arabesk hezkirin û fîlmên Arabesk hatin kişandin bi serekeroliya Ferdî Tayfûr, Orhan Gencebay, Îbrahîm Tatlises. Gel,di muzîka Rojavayî de çêjna ku di Mozart de û Chopîn de nedît,di gotinên Arabesk de dît. Di asta yekem de pirr têkilî kirin lê piştî demên borî wek ku hêvî dikirin nebû. Xwezî civat helwesteke girîng pêşkek bikira.
wayî Arabesk hêdî hêdî li Tirkiyê ji dayik bû. Belê bitenê stranên Erebî na Hunermendên wek Îbrahîm Tatlises stranên Kurdî yekser bi gotinên Tirkî diguherîn û pêşkeş dikirin. Dixwestin muzîka Tirkî bikin wek muzîka Rojavayî nebû..Muzîka tirkî bû wek muzîka Erebî.
Li sala 1950 de bi pêşketina pîşesazî,koçberiya gundan ji bo bajêran çêbû kesên ku koçî bajaran bûn hemî li taxên Şevdanî de dijiyan. Belê hinek ju malbatên xwe dûr bûn,ji bo hestên wan diyar bibe,ji bo êşên wan bihê sehkirin cûreyeke muzîkê Arabesk derket holê. Di wê demê de diyar bû ku civat nikarî bû,rê li ber hestên xwe bigre. Di wê demê de gelek ji muzîka Arabesk hezkirin û fîlmên Arabesk hatin kişandin bi serekeroliya Ferdî Tayfûr, Orhan Gencebay, Îbrahîm Tatlises. Gel,di muzîka Rojavayî de çêjna ku di Mozart de û Chopîn de nedît,di gotinên Arabesk de dît. Di asta yekem de pirr têkilî kirin lê piştî demên borî wek ku hêvî dikirin nebû. Xwezî civat helwesteke girîng pêşkek bikira.

Paşî TRT muzîka Arabesk qedexe kir,nedihiştin hunermendên Arabeskê derkevin Tv’yê piştî dem borî beşeke civatê dest bi rexnekirina vê muzîkê kir.

Ji ber ku hergav bi bingeheke êşpêşgeh bedbînî li ser civatê dikirin êdî gel piştî demekê bi dûrahî nêzî vê muzîkê bûn. Bi taybetî çepgir û oldar hergav vê muzîkê rexne dikirin.

Paşî gel bi awayekî tinazker wek muzîka Şevdanî û muzîka dolmîşan helwest danî.

Muzîka Pop jî li 1945 an de ket Tirkiyê wek bi heman awayî çawa di muzîka Arabeskê de gotinên Tirkî li ser rîtmên biyanî dinivîsin herwaha li ser muzîka Pop jî dinivîsîn û pêşkeş dikirin. Diziya stranan di roja me neha de jî didome. Di demên pêş de bi bandora Arabeskê sekn li muzîka Popê ket lê ji ber ku li ser bingeha muzîkek bi coş û hergav bi heman gotinan stranê dubare dikirin pirr bal dikişand û heta dema neha jî pêk dihênin. Bi min sedema navdengbûna muzîka Popê ji ber ku di muzîka Arabesk de bêhêvîtiyê ji gel re ferz dikirin.

Arabesk an jî Pop? Ne yek jî..!

Ji berêve û heta ku min xwe nas kir ez ji van her du muzîkan hez nakim û min hergav van muzîkan rexne kir. Tevî ku ewqas bertekên xelkê çêbûn ji ber rexneyan lê ramanên min ticar neguherîn.

Bi rastî ev her du muzîkên ku em qala wan dikin cudahiya wan ji hev tune.

Neha ew kesên ku li Arabeskê gohdar dikin dibêjin çawa cudahiya wan ji hev tune em nikarin li muzîkên Dîsko gohdar bikin filan û bêvan. Lê cudahî tune,ji ber ku naveroka van her du muzîkan an evîn e an jî îsyana bext e.

Bitenê cudahiyek heye ew jî dema ku stranê dibêjin yek bi awayekî xemgînî ya din jî bi bingehek bi coşve dibêjin. Belê çima ne her du?

Ji ber ku ev her du cureyên muzîkê ji xeynî mêjî tevzandinê bi kêrî tiştekîve nayê!

Ez bi eşkere dibêjim ku bandora muzîkê li ser derûniyê pirr mezin e.

Her du cureyên muzîkê wek ku derdê civatê bitenê evîn e,derdê herî mezin wek ku ev e hişmendiya mirovan desteser dikin.

Divê haya me ji van tiştan hebe. Divê em bibin civatek zane. Divê stranên ku em gohdar dikin bizanin.

Kîjan hunermendê Popê di berhemên xwe de qala ciwanekî xwendevan,ku ji bêkarî xwe kuştî dike?

Kîjan hunermendê Arabeskê qala zarokên ku di şer de dihên kuştin an jî ajalên ku qetil dikin an jî daristanên ku dihên qetilkirin di berhemên xwe de dibêjin?

Ma huner ne ji bo civatê bû? Kayê ma derdê civatê bitenê evîn e? Wek ku Pirsgrêka me bitenê bi 2 gotinan îsyana bextê xwe bikin û paşî tiştekî nekin be.

Carna difikirim ku di rexneyên xwe de gelek dijwar im.

Lê bi hemî dilgermiya xwe dibêjim,heger hêzeke min hebûya min ê van her du cureyên muzîkê ji holê rakira.

Em wek ku civatek van muzîkên ku em teredî dikin divê vemirînin. Ji ber ku ev cureyên muzîkê ji xeynî mebestên xwe sûd nadin civatê.

Wek ku Bedîûzeman Saîdê Kurdî gotî.
“Bedbînî,Maniya Herkemal e”