Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Grafîk & Vîdeo Sothink Logo Maker Professional

18 Nis 2020
14
Nisêbîn
Silav hevalên hêja û delal!
Ji ber pirsgirekên teknîkî ev çend heftiyan ji vir dûr mam.
Min xwest ez dîsa li ser sepaneke sêwiranê binivîsim.

Sothink Logo Maker Professional, sepaneke ji bo amedekirina logoya ye.


Ji bo daxistina sepanê;
Daxîne

-Dosyayê daxînin û ji dosyaya rarê derxin
-Piştre jî bar bikin, barkirina wê hesanê.

Danasîna Sepanê
Ez li vir nikarim qala hemû taybetmendiyê sepanê bikim.
Piştî ku we daxist û hinekî pê mijul bûn, bawerim hûnê jî hîn bin.

-Dema hûn nû sepanê vedikin, ekraneke wisa derdikevê, di vir de, logoyên amade derdikevin.
Hûn bixwazin yekê ji van jî hilbijêrin û li gorî kêfa xwe dîsa dizayn bikin.


a.png



-Piştî ku me ekrana logeyên amade girt, malpera sepanê derdikevê holê.

1)Taybetmendiyên giştî tê de ne, ev taybetmendî di gelek sepanan de hene, mîna wordê û hwd.
1.png



2)Di vir de li ser gelek mijaran sembol afirandîne, hûn diakrin li cihê legerînê sembole bigerin (lê bi zimanê bernamê!).Dema we sembola xwe hilbijart, bi tîka çepê ya mouse jê bigrin û benin ser rûpelê.
2.png


3)Li vir jî hûn dikarin rengê sembol û nivîsa xwe biguherînin.
3.png


4)Ev der jî ji bo eyarkirina şewka nivîs û sembola û hwd. Ne. Wek li jor jî dinivîsê bi kurtasî efektin.
4.png


Wek min li jor jî nivîsand, piştî ku hûn pê mijûl bûn, bawerim hûnê bêhtir zîrek bin.
Ez bixwe tenê wek amatorekî ji bo kêfa daxisti bû.
Helbet sepanên jê çêtir jî hene, lê aniha ev besî min e.



Çend logoyên ku min ji bo camêr û canîkna amade kiribûn;
Untitled.jpg
Bafeyddsı.png




ASOYA HELBESTA KURRDD.jpg

BATUSH10.jpg
















Bazman photo.png


LoDublaj.jpg




Bawerim nivîsike bi dilê we bû, di nav xêr û xweşiyê de bimînin
Bi kurdî bijîn :)
 
Sererastkirina dawî: