Pirtûkxane & Arşîv Seydayê Tîrêj

5 Tê Şopandin
4 Şopîner

Rengîn

Endam
Bikarhêner

20 Nis 2020

6 Mesaj

19 Çalak

0 Çareseri

0

Peyama Yekemîn

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Tevlîbûn
20 Nis 2020
Peyam
6
Pûanên Behganîye
19
Cîh
Batman
images.jpeg

(1923 -23ê Adarê 2002)
Seydayê Tîrêj -
Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923´an de li parêzgeha Hesîçê gundê Nicîmê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem Mele Îbrahîmê Golî, Quranê û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên kurdan, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.

Ew, di sala 1937´an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt bûye. Bi akam û bandûra wan jî, evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de şax daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî, di nava civata xwebûn/xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokên têkoşînek ramyarî jî meşandiye.

Di sala 1952an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin.Ew, ji neçarî demekê dirêj xwe li nav Erebên Cibûran diparêze. Di sala 1973an de berî dide bajarê Hesîçe û li wir bi cîwar dibe, ta ko ji nav me koç dike. Seyda, di bîr û baweriyên xwe de Berzanî bû. Lê hevaltî bi tu rêxistin û partiyan rê nekir. Kurdekî serbixwe bû. Sed mehder li gora wî bibare.

Di roja şemiya 23ê adara 2002an de, demjimêr heştê hêvarî li nexwêşxaneya Dr. Îsam Bexdê li bajarê Hesîçe li Cizîrê, helbestvanê helbesta resen seydayê Tîrêj çû ber dilovaniya Xwedê.

Pê Xweş Im Ez
Cana ji evîna te, bi êş û nexweşim ez
Ger ku te nebînim, timî bê fikr û hiş im ez
Wê pencerê carek veke, reş perdê hilînî
Dil girtiyê dêmên dû gulî çavê reş im ez

îro di evîna te da, ola xwe me berda
Mizgeft û kinişt pêk ve, ji bo te min bi serda
Va xirqe û bendik min li gerdan xwe vebestin
Wek sofiyê Zerdeşt ku li dergê Laleş im ez

Sawêr û kilîşên te li ber çavêm şev û roj
Nêzîka te bihîşt e û dûra te bi min doj
Umîdam min tu yî îro li dinyayê perîzad
Wek perwane herdem ku li dor mûma geş im ez

Ferhadê evîndar im, belê bo min tu şêrîn
Rengê Memê diljar im, bi xwe îro tu wek Zîn
Maqnedê Xecê ye tu li Sîpanê Xelatê
Lê rengê Siyamend di şevên reş keleş im ez

Derwêş im li dinyê digerim wek har û dînan
Dermanekî peyda kim ji bo derd û birînan
Pêncî salen ji emrê me hemî beyhûde bûrin
Bûm kalê zemana wa bi gopal dimeşim ez

Sûndê dixum ez dîsa bi wê soz û qerarê
Heta neweşin pelê min rê dûrî ji darê
Qet nabime bê hêvî ji wê geşta te cana
Xeşma te seza ye pa çiqasî pê xweş im ez

Ma soz be li min terka te ez nakim tucarî
Heya ku min bavêjine tirba reş û tarî
Ax û kedera Tîrêj ne bes tu li darê dinya
Heta mirinê dê xem û derdan bikêşim ez.
 

Mijar

317

Peyam

860

Bikarhêner

247

Endamê/a dawîn

Çiya

Üst