Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Seydayê Tirej, çûna Beyrûtê û helbesta ji Mîr Kamîran Bedirxan re

Xalo

Endam
13 Mar 2020
17
Seydayê Tirej, çûna Beyrûtê û helbesta
ji Mîr Kamîran Bedirxan re
Konê Reş
Bi helkeftina ku di roja 23.03.2020an de, (18) sal di ser koçkirina (Seydayê Tîrêj: 1923 – 2002) re derbas dibe, bi min xweş e ku ez Seydayê Tîrêj, wek helbestvanekî çeleng bû ji nifşê pêşeng, ew nifşê ku pîş bi nivîsandina Kurdî Latînî kirin wek: Mîr Celadet Bedirxan, Dr Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî, Cegerxwîn, M. Ehmed Botî, Mela Ebdulhadî, Mela Ehmedê Namî, bibîr bînim û çûna wî ya Beyrûtê ji we re raxînim ber çavan. Belê Seydayê Tîrêj jî, bi van camêran re ketiye meydana ziman, tore û rewşenbîrîya Kurdî de.
Di wî heyamê dûr de bajarê Amûdê sentera kurdan bû. Qamişlo, Hesekê, Dêrikê, Serê Kaniyê wek bajar nebûn, Amûdê bajar bû. Tevgera welatparêzên kurdan di Amûdê de bû.. Şaxekî komeleya Xoybûnê bi serokatiya (Mihemed Elî Şiwêş: 1918 - 1985), lê hatibû damezirandin. Mihemed Elî Şiwêş yek ji welatparêz û maldarên Amûdê bû.
Di sala 1938an de Nadiya Ciwanên Kurd jî li Amûdê hatû damezirandin, herwiha dibistaneke zimanê kurdî jî lê hatibû vekirin.. Endamên wê komeleyê kovar û rojnamanyên ku Mîr Celadet û Mîr Kamîran Bedirxan li Şam û Beyrûtê diweşandin (Hawar, Ronahî, Stêr û Roja Nû) li xelkên Amûdê belav dikirin.. Ji endamên komeleyê li Amûdê: Cegerxwîn, Qedrî Can, Şêx Selîm, Evdê Têllo, Mela Eliyê Topiz, Mela Şamo, Biro Metinî, Azizê Darî, Brahîmê Hecî îsayê Qiço, Ûsê Hirsan û gelekên din hebûn..
Di sala 1943an de dema ku kovara (Roja Nû û Stêr) nema hatin Amûdê, Mihemed Elî Şiwêş serokê komeleyê, wek biryara komeleyê Seydayê Tîrêj û Ûsê Hirsan û Ezîzê Darî şandin Beyrûtê da ku ji Mîr Kamîran Bedirxan nas bikin, çima Roja Nû û Stêr nema têne Amûdê..
Di havîna 1943an de, Seydayê Tîrêj û du endamên din (Ûsê Hirsan: 1918 – 2010) û (Ezîzê Darî: 1900 - 1954) yên ku çalak bûn di komeleyê de çûn Beyrûtê, serdana Mîr Dr. Kamîran Bedirxan. Hingî Seydayê Tîrêj ev pirsa helbestî ji Mîr Kamîran re di mala wî de xwendiye û doza herdû rojnameyan lê kiriye.. Di sala 1989an de min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseynî kovareke folklorî û çandeyî bi navê (Gurzek Gul) li Qamişlo diweşand, hingî me ev helbesta çûna Seydayê Tîrêj Beyrûtê, ji devê wî girt û di hejmara 7an, sala 1990î de belav kir:
Kamîranê dilovan! Tu bi nav û nîşanî
Li Kurdistan tu îro Keyxisrewê zemanî
Şewqa (Roja me ya Nû), dida welat seranser
Ronahî dikir çol û deşt, heya zozanê banî
Ew (Stêr)a me ya bilind, şeveq dida cîhanê
Çi kerwan û çi rêwî, wextê xwe pê dizanî
Belê mîrê min îro, çiqasî em dinêrin
Li ezmanê me kurdan, nema dikin xuyanî?
Gelo mij û moranê, sî girtiye ser wana?
Ji vî bextê me yê reş, nakin rohnî li banî
Diwêt eger nema be, em ê ji te re bişînin
Li ser baskên di teyran, ji xwîna erxewanî
Qelem eger nema bin, tiliyên keçan û bûkan
Bikin gurz û bişînin, qelem in wek tu zanî..
Kaxet eger nema bin, zend û bendên xatûna
Em ê bikin diyarî, ji bo te qehremanî
Qelen çiqas biha be, ji ber nadin xwe alî
Têde bidin milk û mal, digel emrê ciwanî
Stêr û Roja xwe îro, wek berê em dixwazin
Ji kulek û pencera, şewqê bidin her xanî
Ji hozanê mey bilind, Tîrêj omîdewar e
Ka bide bersiva wî, belê ne bi dilgiranî.

images (3).jpeg