Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Şeroyê Biro

Hebu_n

Moderator
27 Şub 2020
149
49AD5C48-B0D9-40C4-B7B9-B680CE304C00.jpeg


Şeroyê Biro sala 1881 an li Îdirê ji dayik bûye. Ew dengbêjekî kurd yê navdar e ku di Radyoya Êrîvanê de kilam gotiye. malbata wî ji Serhedê koçî Ermenîstanê kiriye. Ew di komkujiya Ermeniyan de wek Kurdên Êzîdî ya bi malbatî ji zilma dewleta Tirk reviyane Gurcistanê. Lê Şeroyê Biro ji kurdên Êzîdî nîne. Kilama wî ya Zeriyê meşhûr e. Bi xwe bi lêdana deholê re jî navdar e. Li gundekî Tiflîsê dijiya û di salên 1970’î de di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye.

Di Radyoya Êrîvanê de Seîdê Şamedîn, Karapetê Xaço, Reşîdê Baso, Memê Kurdo, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Xana Zazê, Asa Evdile, Egîdê Cimo, Aramê Dîkran û Silêmanê Mecîd re wek hosta dengbêj û mey klaman digot. . Xozan Daxê, Ha Bi Leylê, Desmala Min, Gelî Bi Dar e Lê Meyrê Meyremê bi dengê wî re rih didît. Lê kilama Hekîmo bes bû ku Şeroyê Biro tîne bîra mirov.

Şeroyê Biro, dîsa mamê du dengbêjên navdar e. Hemidê Mecîd û Feyzoyê Rîza. Hemîdê Mecîd, jî ne kêm ê Şeroyê Biro Kurê Mecîdê Faris e. Şeroyê Biro hetannê dawiya jiyana xwe li gundekî tîflîsê paletî dikir.Ew sala 1970 yan de di 82 saliya xwe de ji nav me koç kir. Xwedê dilovaniya xwe lê bike.