Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Dîrok a Kurda Serhildana Şêx Seîdê Pîran

DîrokHez

Endam
5 Şub 2021
16
Kurdistan
FB_IMG_1613234770703.jpg

...Wekî îro 13'ê reşemiyê 1925'an Serhildana Şêx Seîdê Pîran yek ji serhildanên mezin ên kurdan ên sedsala 20'an e. Li gundê Pîran a bajeroka Egil ya navçeya Darahênê Erxenîyê, di sala 13 sibata sala 1925'an de dengên çekan, xebera yek ji serhildanên girîng ên dîroka Kurd dida. Ev Serhildana ku weke Serhildana Şêx Saîd derbasî dîrokê bûye, wiha dest pê kir : Li hemberî zorbetî û îxanetên kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13'ê reşemiyê 1925'an de serî bilind kir. Kurdistanê bajar bi bajar ji destên dewleta romiyan (navê niha Tirkiye) derxistin. Êrişê ser Amedê kirin û bi mehan bajar dorpêç kirin. Berhingariyeke dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi qerera şûrayê hat rakirin. Têkoşer pêl bi pêl derbasî başûr û rojavayê Kurdistanê bûn. Rêberê bizavê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewam kirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin. Di 10'ê gulana 1925'an de wan derxistin Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Diyarbekirê. Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di 28'ê hezîranê 1925'an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de û yên din û Şêx Seîd di 29'ê hezîrana 1925'an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

🔶️Encamên serhildanê : Piştî aloziyên li Dêrsîmê, rayedarên Komara Tirkiyeyê ji bo ku bi Seyîd Riza re li hev werin ew vexwendin Erzinganê lê di 5'ê Îlonê de bi 72 hevalên xwe re di rê de hat girtin. Kurê Seyîd Riza Hûseyîn Reşik jî hatibû girtin. Seyîd Riza 85 salî bû, kûrê wî jî 14 salî bû. Bi biryara dadgeha serbazî temenê Seyîd Riza daxistin 54'an û yê kûrê wî Huseyîn Reşik jî derxistin 20'an. Seyîd Riza, kûrê wî û hevalên wî piştî 71 rojan ango di şeva 15'ê Mijdara 1937'an de li Qada Şîre ya Elezîzê li ber lempeyên wesayitan hatin bidarvekirin . .​