Rubeola an jî sohrik?

Sahin

Endam
Bikarhêner
Jibo pirsê min mijara tenduristiyê nedît jibo vê lêborînê dixwazim.

Pirs eve bi latînî nexweşî ya rubeola an bi bi kurdî nexweşî ya sohrika, çima dema encam dide jê re dibêjin pîroz be?
kizamik-dokuntusu.jpg
 
Newîd

Endam
Bikarhêner
Ev ne Rubeola ye ku li zarokan pîozbayî dikin. Chickenpox e. Qe nebe li herêma min wiha ye.

Ez li Sine dijîm (li Rojhilatê Kurdistanê) û dema ku zarokan li bajarê min nexweşîya Chickenpox digirin, em jî dibêjin pîroz be. Em bi vê nexweşî dibêjin Hawlle Mirîşkane yan Mêkute. Min ji diya xwe pirsî çima em wê pîroz dikin û wê got ku mirovên pîr bawer dikin ku heke hûn bi zaroketî vê nexweşî negirin, hûn ê nexweşiyek pir dijwartir û pir xeternaktir digirin dema ku mezin dibin. Ji ber vê, dema ku zarokan nexweş dibin, dêûbavên wan kêfxweş dibin û wê pîroz dikin, ji ber ku ew dizanin ku zarokên wan ê li mezinbûna xwe nexweşîyekê xeternaktir nagirin. Ez nizanim gelo ev tenê efsaneyek e, an bingeheka zanstî heye
 
Zinar

Wexta em zarok bûn mezinên me qal dikir digot mirov sorika dernexe ê xwedê teala di mezel de ê pê sorika bide derxistin. Yên ku di vê dinê de sorika derxe difilite. Me pê ditirsandin lê pîrozkirin min nedît nû ji we dibihîsim
 
Üst