- 27 Şub 2020
- 110
122. salvegera rojnameya KURDISTAN pîroz bê.
Rojnameya "Kurdistan" berî 122 salan, di 22.04.1898'an de li paytexta Misrê, li Qahîrê, dest bi weşanê kir û ji alîyê Mîqdad Mîdhad Bedirxan û birayê wî Abdurrahman Bedirxan ve hat weşandin.
Rojname di dîroka rojnamegerîya kurdî de yekemîn bû û ji bo hişyarîya civaka kurd ji bin nîrê Dewleta Osmanî û belavkirina hestên netewî gelek xebatên hêja meşand. Ji ber wê yekê jî, desthilatdarîya Siltan Abdulhamîdê II'an bi dijwarî çû ser rojnamê û xwedîyên rojnamê. Di dawîyê de û piştî zextên giran, rojname li Misrê hat qedexe kirin.
Lê piştre Abdurrahman Bedirxan rojname revand Ewropa û li gelek cîyên Ewropa heta bi jimara 31'an çap kir.
Li gel ku nivîskar û zimanzan, rêzdar Mehmed Emîn Bozarslan bi navê "Kurdistan" 2 cild û nivîskar û dîroknas, rêzdar Malmîsanîj jî pirtûkek di derbarê jimareyên rojnameya KURDISTAN de weşandine jî, lê mixabin heta roja îro jî hê tevaye jimareyên rojnamê nehatine dîtin.
22. Nîsanê wek roja rojnamegerîya kurdî ji alîyê hemi dezgehên kurdî ve hatîye pejirandin û her sal jî tê pîroz kirin.
Ez jî bi vê pêwanê, 122. salvegera destpêka weşana Rojnameya "KURDISTAN" wek yekemîn rojname di dîroka Kurd û Kurdistanê de pîroz dikim.