Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Python Python çi ye?

Zinar

Rêvebîr
Rêber
17 Mar 2020
33
PYTHON ÇI YE?


Python, zimanê bernamekirinê ye ji aliyê Guido van Rossum di destpêka salên 90'î de hatiye nivisandin û nûjenkirin. Emê zêdetir li ser taybetmendiyên pythonê bisekinin û ji çi re dibe qala wî bikin.

python.jpg


Zimanên bernamekirinê ji me re derfet dide ku em bernameyan binivisînin. Ev bername dibe ku ji bo Sermaseyê (Desktop) an jî ji bo mobîlê be. Em kodan dinivîsînin didin destê zimanên bernamekirinê, ew jî kodên me didin (compiler, bi tirkî "derleyici") kompaylir û ew jî kodên me şirove dike wan kodan dike 1 an jî 0. Ji ber ku kombersa me an jî telefona me tenê ji zimanê 0 û 1 an fêm dikin.

binary-code.jpg


Di vê mijarê de naxwazim zêde têkevim mijara zimanê ku kombers jê fêm dike. Tenê min xwest bi kurtasî qal bikim çawa dixebite. Niha em werin Python'ê.

Python zimanekî hem populer hem jî dewlemend e. Ji ber ku pirtûkxaneyên (library) wî gelek in û xwurt in pir tê hez kirin. Goranê zimanên din ên bernamekirinê re zêdetir hêsan e. Hem xweş meriv jê fêm dike û hem jî tiştê ku dixwazî bikî bi kurtasî dikarî (li hemberê zimanên din) bikî. Çi dixwazim bibêjim? Bi mînakek nîşanê we bidim.

Di C++ ê de em "Merheba Dinya" binivîsînin. Kodên wî:
Kod:
#include <stdio.h>
int main()
{
  printf("Merheba Dinya!\n");
  return 0;
}

Di Pythonê de em "Merheba Dinya" binivîsînin. Kodên wî:
Kod:
print("Merheba Dinya!")


Yanî di pythonê de meriv kodên kintir û zû tên fêmkirin dikare binivîse. Bila şaş neyê fêm kirin ez nabêjim python ji hemû zimanan çêtir e. Na. Goranê projeyên we bikaranîna zimanan diguhere. Mîsal python pêştir ketiye lê di çend mijaran de pêştir ketiye. Meriv dikare di gelek platforman de bixebitîne lê di çend cih an de nikare bi zimanên din re bikeve rekabetê. Goranê armanca programan desthildariyên wan jî diguhere. Mînak di database an de (veri tabani) mîrê li wir SQL e bê guman. Di bernameyên mobîl ê de mîr bi min niha Java ye lê di nêz de Kotlîn ê li wir bibe mîr. Û bi min di Jîrbûyîna Çêkirî de (yapay zeka) mîr Python e.

python-code.png


Python zimanekî elastîk e. Ji ber ku pirtûkxaneyên wî gelek û xwurt in meriv dikare di gelek beşan de bernameyan û sepanan binivîse. Bi Pyhton Django yê mirov dikare bernamesaziya web'ê çêke. An jî pirtûkxaneyên ji bo database ê meriv tevlî bike (import) dikare li ser database an programan binivîse an jî bixebite. Hetta meriv dikare pirtûkxaneyek biafirîne li gor armancê xwe û tevlî pirtûkxaneyên python ê jî bike.

Welhasil heta zimanek nû derkeve an jî tiştek nû were afirandin, niha bi min ji bo destpêka zimanên bernamekirinê de herî baş pyhton e. Ku hûn jî dixwazin bi van zimanan hîn bibin û bikarbînin niha têkevin malpera W3SCHOOLS ê û hînê zimanên bernamekirinê bibin. Bixêr ez jî û hûn jî kodên ku me nivisî em di bin beşa Pythonê de parvebikin û wekî gîthub ê bikarbînin li vir. Bimînin di xêr û xweşiyê de.

tom.jpg
 

huseyn

Moderator
6 Çile 2021
63
Kurdistan
python ji aliyê machine learningê jî zimanekî dewlemend e. gelek library/pirtûkxaneyên wê yên algorîtma û metodên bikêrhatî heye. Heke mirov bi machine learningê elaqadar be teqez divê hîn bibe.
 

Arî

Endam
29 Çile 2021
12
kurdistan
cûdahîya python ji hamû zimanan xwedî syntax ek hesanî ye. Le mixabin zimanek girane. di hêla OOP de ji ewqas ne bilinde.
Belê zimanek popular e. û tiştê ku ez zanim hin pirtûkxaneyên (library) bi C hatine nivîsandin.
jibo tiştek bilez (di hêla code de) python bijartek başe.