Zimanê Kurdî Pêwendîyên Rûs û Kurdan, li gel zimanê Rûsî û Kurdî #2

0 Tê Şopandin
19 Şopîner

Hebu_n

Moderator
Moderator
Bikarhêner

27 Şub 2020

170 Mesaj

234 Çalak

0 Çareseri

43

Peyama Yekemîn

100 Peyam

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Tevlîbûn
27 Şub 2020
Peyam
170
Pûanên Behganîye
234
yên k’urdî yên r’ûsî

bav батя

bê без

beran баран

ber(- av) берег

bilqîn бульканье/вулкан

bira брат

birû брови

bit (bibitin) быть

çar четыре

çax час

çima почему

çors черствый

ç’êlek теленок

dar дерево

deh десять

derî/çvêr (в диалекте заза) дверь

diryayî дранный

dot дочь


dotin доить

du два

ez (личное м - имение I лица) аз (личное местоимение


I лица в древнеславянском)

ga говядина

gotin (govtin) говорить

jin жена/женщина

ji nûva снова

jîyan жизнь

kat час

kevir камень

kit кот

kuloç кулич

K’awa ковать

k’urdi-kî (в диалекте заза) курдский

lîqîn ликовать

mak мать

meh (mange) месяц

mêş, moz муха

mêş (a tiştekî/kesekî girtin)------Ø

(mirov ê) mêşindar ---------------Ò мишень

mêşingeh --------------------------Ö

mişk мышь

na нет

ne не

nig нога

nizm/nimiz низкий

nû/nuh новый

petin печь

pênc пять

qalbûn закаляться

qas час

qasik каска

qaz гусь

qul укол, уколоть, колоть

r’azan рожать

r’iz рис

se(g) собака

sê три

sêlav (<sêl + av) сель

sol(в диалекте заза) соль

-stan (Kurdistan, gulistan) стан (станица)

şeş шесть

şêst шестьдесят

tenik тонкий

tirs трус

tîr (û kevan) тир

toraq творог

verg (в диалекте заза) волк

vir’ врать

vînîten (в диалекте заза) видеть

westyan уставать

xaşîl каша

zanîn знание

zewal(a darê) завалить/завал

zirîçk (a çavan) зрение, зрачок

zivistan зима


Evê navnîşê mirov dikare hê jî bidomîne.

Lêbelê, hebûna yekşêwazîyan di zimanên k’urdî û r’ûsî da t’enê bi p’eyvên r’ehî yên hevbeş bi sînor nabe.

Di p’irtûka min a navborî da wisa jî di derbarê pirsa yekşêwazîyên zimanê k’urdî û yên zimanên dinê yên hindewropî da nirxandineke zanistî ya berfireh heye. Û hemû mînak û nimûne di goveka wî beşî da ji hêla dîrokî-hemberhevkirinî va hatine hûrbijartin (analîzkirin). Li wira cîyekî t’aybet ji bo yekşêwazîyên k’urdî-r’ûsî hatye veqetandin. Û xwendevanê bersîvên gelek pirsan bibînin, ên ku dibe ku di jîyana r’ojane da li ber heşê wan r’a jî derbaz nebûna. Mînak, di herdu zimanan da ne t’enê gelek p’eyvên r’ehî yên hevbeş, lê wisa jî, t’aybetmendîyên r’êzimanî yên hevbeş hene. Wisa jî di wê derbarê da, k’a bi r’êzimanî çiqasî r’ast e (an jî, çiqasî dikare bê efû kirin, – eger bi dilê we be!), ku peyvşêwazên zimanên rûsî yên wek: красный, красная и красное (krasnîy, krasnaya û krasnoê) r’engdêr bên hejmartin? …Û ew sînor li k’u r’a derbaz dibe, yê ku k’urdî, wek zimanekî îranî ji r’ûsî cuda dike, yê ku zimanekî slavî ye? Di vê derbarê û di derbarê gelek pirsên dinê da xwendevan dikrin di p’irtûka navborî da bixwînin.[6]





Lê ezê li vira hewl bidim, di nava goveka derfetên heyî da bersîva van û pirsên dinê bidim.
Îro hatye p’ejirandin, ku t’enê di derbarê p’eyvên r’ehî yên hevbeş ên zimanên k’urdî û r’ûsî da diaxivin. Lêbelê, lêger’înên me dyar kirin, ku hem jî sîstêmên r’engdêran û t’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêran di herdu zimanan da mînanî hev in.
Lêger’înên zimanzanî didin xuyan, ku di r’êzimanên herdu zimanan da p’eyvşêwazên wek: красный, красная и красное (kurd. ya sor, yê sor, yên/yêd sor), yên ku wek r’engdêr hatine p’ejirandin, ne ewqasî jî (an jî, hîç ne) anegorî qanûnên zimên ên hindurî ne. Ku gotinên di wê derbarê da, xwedêgiravî, r’engdêr zayend. jimar û t’ewanga xwe hene, û di vê derbarê da di r’êzimanên k’urdî û r’ûsî da tê gotin, dûrî r’astîyê ye. Ku ew p’arînk (p’irtik), ên ku di rêzimana r’ûsî da affîksên r’engdêran (affîksên r’engdêrsaz) tên navkirin, hêç jî ne wisan e…
Wek mînak, em p’eyvebenda makdêrî ya красная роза (krasnaya roza – gula sor) a zimanê r’ûsî hûrvebijêrin. Eger li vira em r’engdêr, wek ku ew heye, bihêlin (красная// krasnaya –ya sor), lê navdêr-makber bi yeke dine biguhêr’in, wê demê emê bibînin, ku dawîng, rasttir, ew, çi ku dawîng tê hejmartin, anegorî wê navdêrê tê guhar’tin, a ku bi r’engdêrê r’a tê danîn: красная роза//krasnaya roza; красный флаг//krasniy flag; красное яблоко//krasnoe yabloko; красные розы//krasniye rozi. Eger bi şêweyekî dinê bê gotin, bingeha r’engdêr wek xwe dimîne, lê “dawîng” anegorî zayend û jimara navdêran tên guhartin û zayend û jimara wan navdêran didin zanîn, ne ya r’engdêr (-ая//-aya – zayenda mêza, jimara yekane; -ый//-iy – zayenda nêrza, jimara yekane; -ое//-oe – zayenda navîn, jimara yekane û –ые//ie – jimara p’ir’ane). Di r’êzimana r’ûsî da ev p’arînkana affîk’sên r’engdêr tên navkirin, ên ku zayend û jimarê didin zanîn (?!). Ji bilî vê, anegorî qanûnên r’êzimana r’ûsî tewanga r’engdêr jî heye. Li vira destxweda pirs dertê hole: çi têk’ilîya zayend, û jimarê bi r’engdêr r’a heye? Ma ne, zayend û jimar, wek t’aybetmendîyên r’êzimanî, bi xwezayî yên navdêr in. Heman tiştî mirov dikare di derbarê tewangê da jî bibêje, wek t’aybetmendîya r’êzimanî! Eger zayend, jimar û tewang t’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêr in, wê demê r’engdêr çawa dikarin bên tewngdin û zayend û jimara xwe hebin? Ma, gelo, ev ne li dijî heşmendîya bingehîn a r’êzimana zanistî ye?
Çi dertê hole, di zimanê r’ûsî da r’engdêr jî, mînanî navdêran, tên tewangdin û zayend û jimara xwe hene? Eger mirov anegorî qanûnên hindur’în ên zimên nêzîkî pirsê bibe, divê wisa nînbe. Eger ew wisa tê p’ejirandin, wê demê li vira tiştek ne wisa ye! Her zimanek qanûnên xwe yên hindur’în hene, û mirov divê anegorî wan qanûnan li t’aybetîyên her yekî ji wan ên sîstêmî binihêr’in, wan binirxînin û derxin zanebûnê.
Têgihîştina heman şêwazî ya ne r’ast a t’aybetmendîyên r’êzimanî yên r’engdeêr di nava lêger’înerên zimanê k’urdî da jî heye. Û bi dîtina wana, di zimanê k’urdî da r’engdêr zayend, jimar û tewanga xwe hene. Û ev dîtina îro di wîjeya k’urdzanîyê da serdest e.
Bingeha vê nêr’îna çewt ji ku tê?
Dema r’engdêra konkrêt (sor) ji p’eyvebendeke konkrêt tê deranîn (gul a sor// красная роза) û ew jî bi zêdera makdêrî ya a r’a tevayî (a sor) tê bik’aranîn, ya ku zayend û jimarê dide zanên, ew êdî wek navdêra konkrêt dertê pêş, ne wek r’engdêr. Ji wê demê û pêva, dema r’engdêr bi zêderên makdêrî r’a tên bik’aranîn, ew di zimên da erka navdêran pêk tînin, ango, wek navdêr tên bik’aranîn.

Pêvejoyeke heman şêwazî di zimanê r’ûsî da jî derbaz bûye. Her çiqas li vira, di p’eyvebendên makdêrî (attribute word combination) da makdêr pêşdanî ye (prepositive), dîsa ew pêvajo, ya ku li jorê di derbarê wê da hate gotin, di zimanê r’ûsî da jî bi heman şêweyî, lê bi şêwazekî xwe yê xweser derbaz bûye.

Ji bo ku di wê da bi bawer bibin, em mînaka li jorê ya красная роза (gula sor) hûrvebijêrin.

Di vê p’eyvebdendê da p’arînka -ая (-aya) p’abendî navdêrê ye (роза//gul) û zayend û jimara wê dide zanîn. Xwendevanê bipirsin: eger wisa ye, wê demê çima ew p’arînkana bi r’engêran va tên gotin (dengkirin) û nivîsîn û wek dawînkên wan p’eyvan tên p’ejirandin? – Pirs di wê da ye, ku di p’eyvebendên makdêrî da p’eyvên li ser bingeha makdêrî bi hev va girêdayî ne û wek t’oreke p’eyvan a yekgirtî (r’êza p’eyvan a yekgirtî), wek yekîneyeke yekgirtî tên p’ejirandin (têgihîştin). Û di wê t’ora p’eyvan da werguhar’tin bi bingehîn di dawîya p’eyvan da pêk tên, lewra ku ew bi hev r’a tên gotin (p’eyvandin, lêvkirin), û dûraya di navbera p’eyvên wê t’or’e da, bi demê r’a, her ku diçe, tê kutkirin… Pêvajoyeke weha di zimanên dinê yên hindewropî da jî pêk hatye û îro jî pêk tê.

Ev pêvejoyeke dengawazî (fonêtîkî) ya giştî ye, û nimûneyên heman şêwazî mirov dikare di her zimanekî da bibîne. Mînakek a vê pêvejoyê jî pêkhatina şêwazên îroyîn ên r’engdêran in di zimanê r’ûsî da, yên ku piştî bik’aranînan wan a di p’eyvebendên makdêrî da pêk hatine. Di p’eyvebenda makdêrî da r’engdêr bi navdêrên cuda r’a hatine bik’aranîn, û zayend û jimara wan navdêran jî bi wan p’eyv-p’arînkan (ая//aya, ий//iy, ое//oê, ые//ie) tên zanîn, ên ku bi wan r’a tên bik’aranîn (красн ая роза//krasn aya roza, зелен ое поле//zelyon oe pole, велик ий писатель// velik iy pisatel, добр ые отношения//dobr ie otnoşeniya). Di axavtina zarkî da (û axavtina zarkî jî berî ya nivîskî hebûye û bêhtir dînamîk e) ew p’arînkana gav bigav bi r’engdêran r’a bêhtir nêzîk hatine dengkirin, ne ku bi navdêran r’a, yên ku ew bi xwe p’abendî wana ne. Û bi demê r’a ev parînkên zimanê r’ûsî wek p’arînkên p’eyvsaz ên r’engdêran (affix) hatine têgihîştin, her çiqas, t’u pêwendîya wana bi wan r’a nînin jî.

Piştî nirxandina wan mînakên li jorê, mirov dikare bi bawer bibêje, ku ew p’arînk, ên ku di zimanê r’ûsî da wek p’arînkên peyvsaz ên r’engdêran hatine hejmartin, zêderên makdêrî ne, lewra ku:

a) ev p’arînkana, her çiqas li dawîya r’engdêran va dibin, zayend û jimara navdêran didin zanîn, û kevnemayên (arxaîzmên) zêderên makdêrî yên r’ûsîya kevnar in;

b) dema bi r’engdêr r’a tên bik’araanîn, ew wana werguhêr’î navdêran dikin, û dema xwendinê xendevan êdî ji kontêk’stê têdigihîje, k’a ew r’engdêra konkrêt, a ku p’arînk li dawîya wê va bûye, şûna (û wek) k’îjan navdêrê tê bikaranîn, an jî bendê dimîne, heta navdêr jî tê gotin;

c) di zimanê r’ûsî da dema r’engdêr, wek beşê navî, k’irdeyê saz dike, ew li wira bêyî wan “affîksan” (parînkên p’eyvsaz) tê bik’aranîn (-ая//-aya, -ый//-iy, -ое//oe, -ые//ie): Он был чист и невинен.//Ew paqij û bê guneh bû. Наг и бос, пойдешь в царстве небес. // Tuyê tazî û p’êxas her’î p’adişahtîya asîmanan. Он очень красив.//Ew p’ir’ bedew e. Флаг так красен, что!..//Al wisa sor e, ku!.. û yên dine; di van hevokan da t’aybetmendîyên r’engdêran (yên dazanîna t’aybetî û çawanîya navdêr) hîç kêmekê jî lewaz nabe;

d) dertê, ku di zimanê r’ûsî da ev p’eyv-p’arînkana di pêvajoya pêşvaçûna zimên a dîrokî da wek p’arînkên p’eyvsaz hatine têgihîştin, lê di r’astîya xwe da ew zêderên makdêrî bûne (article indikatif), yên ku bi şêwazên xwe yên awazî va, bi wat’e û bingeha xwe ya bêjeyî (sêmantîkî) va digihîjin zêderên makdêrî yên zimanê k’urdî.

Fermo, bi xwe hemberî hev bikin:

Zêderên makdêrî yên Zêderên makdêrî yên

zimanê k’urdî zimanê r’ûsî

ya -ая

yê -ый/ий

*(î) -ое

yên/yêd -ые



Eva her t’enê t’aybetmendîyeke r’êzimanî ye! Lê îjar çiqas t’aybetmendî û p’eyvên dinê yekşêwazîyên xwe di zimanên hindewropî yên dinê da jî hene û benda lêger’înerên xwe ne?! Û ew jî p’ir’ê caran p’eyvên wisa ne, yên ku zimanê k’urdî nikaribûye ji zimanên hindewropî yên dinê wergirtibin, an berovajî wê.

Û ev ne hemû ye, ev her t’enê destpêk e.

Min li viraa dîtinên xwe yên di derbarê lêger’înên bingehên destpêkî yên hevbeş ên zimanên hindewropî dan zanîn û r’êze yekşêwazîyên zop’eyvên r’ehî yên zimanên k’urdî û r’ûsî jî wek mînak anîn. Mînakên weha di zimanên hindewropî yên dinê da jî hene, yên ku pêdivîya xwe bi lêger’înên zanistî hene! Ez hêvîdar im, ku ev pirsgirêk, a ku min destnîşan kiriye, dê hêjayî bala wan zimanzan-lêger’îneran bibe, yên ku pirsên zimanzanîya hindewropî ya giştî va mijûl dibin, û dê bibe bingeh ji bo govtûgoya zanistî û hevk’arîya pisporan a berhemdar di vî warî da.
 

Mijar

331

Peyam

904

Bikarhêner

253

Endamê/a dawîn

Muharrem

Üst