Zanistî Mem û Zîn

5 Tê Şopandin
4 Şopîner

Rengîn

Endam
Bikarhêner

20 Nis 2020

6 Mesaj

19 Çalak

0 Çareseri

0

Peyama Yekemîn

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Tevlîbûn
20 Nis 2020
Peyam
6
Pûanên Behganîye
19
Cîh
Batman
IMG_20210414_132207.jpg

Mem û Zin ne êşa evînê ye, êşa bê welatbûnê ye..
Ehmedê Xanî ev rastîya Kurda, bi rêya Destana Memê Alan qîrandîye.
Pirtûka Mem û Zînê rastîya Kurda nîşan dide. Divê em pêşî vê pirsê ji xwe bibirsin. Gelo, bi nivîsandina vê pirtûkê mebesta Ehmedê Xanî çi ye? Bersiva vê pirsê, di karakteren pirtûkê de veşartîne. Her karakter, rastîyekê temsil dikin. Pêşi, em ê li ser karakteren bingehîn, Mem û Zînê bisekinin. Ji ber vê yekê em ê çar pirsan ji xwe bibirsin û li bersiva wan pirsan bigerin.
-Pirsa yekem, Mem û Zîn kî ne? Mem û Zîn, serokêşên gelê kurd yên ku hêj yekîtîya navbera xwe ava nekirine temsil dikin. Pirsa duyem, çima dil dikevine hev?
Dil ketin, mirovan nêzî hev dike û tifaqê qewîn dike. Dil ketina Mem û Zinê li hembera zilmê biryara yekîtîya serokêşan temsil dike.

-Pirsa sêyem, ew dil ketin çima nagihêje
miraza xwe û bi mirinê dawi dibe?
Bersiva vê pirsê jî, hovîtîya zordest û aligirên wan dariçav dike. Zordestên ku bi hezar salan xwîna wî gelê hejar dimijin. Mîsogerîya pêşeroja xwe bi mêtingerîya gelê kurd ve girêdane. Lewma ji hestên dil ketinê yên ku hestên raperina coş dikin gelekî ditirsin. Ji bo ew dil ketin negi hêje miraza xwe tevahê dek û dolabên bi qirêj,carinan bi leyistokên sîyasestê carinan ji bi darê zorê bi cih tînin.

-Pirsa çarem jî evîna Mem û Zînê çima bi wan re nekete tirbê û veguhezi destaneke nemir?
Kesê ku ji kaniya serxwebûnê carekê av vexwar, hew ser ditewine.Evina mem ú Zinê, avzêna serxwebûnê ye. Dibe ku dildarên về avê bimirin yan ji werine kuştin lêbelê avzên tu cari naçike û mina şirê dayikê wê egid û pêşenge welat xwedi bike. Jibir neke heya zordestiya Dehakan hebe wê berxwedana Kawayên Hesinkar ji hebe. Vêca em dikarin li karakteren alikar hûrbinêrin.

Karakterê yekem, Mir e, gelo mir ki ye? Mîr, nunerê serdesta ye. Li gora rê û rêbazên wan teşe girtiye çi qasî weke rêwebereki kurdan were xuya kirin ji dawi şûrê di destê dagirkeran de temsil dike.Jixwe ger ne wiha ba li Bekoyê Awan nedihisa û nedibů sedema kuştina evindaran.

Karakterê duyem, Bekoyê Awan e.gelo Bekoyê awan ki ye? Bekoyê Awan, rastîya bindestîya hezar salan e. Pêşiyên me dibêjin,ger ne ji fesadan be,wê rovi ro nivro biçine sûkê.Beko kesayeteke firoti ye tu tişt bi qasi firotina kesayetê ne xeternak e.Firotina kesayetê nexweşiya herî giran e,kesên ku bi vệ nexweşiyê bikevin hew ifleh dibin û ji dijmin bêhtirîn dijminatiyê bi gelên xwe re dikin.

Karaktere sêyem û dawî jî, Tajdîn û Stiyê ne,gelo ew herdu evîndar ki ne? Tajdin û Stîyê jî gelên welatperwer yên ku li derûdora pêşengên xwe xelekeke can fedayî ava kirine,temsîl dikin.Bi sekn û fedekariya xwe pişta serokêşên xwe qewîn dikin. Ew jî ji ber ku hêj negihaştine asteke hêzdar lewma nikarin tolê ji sersedeman bihilînin, di bedela vê de xwe werdi kin sixuran û hêrsa xwe ji bêbextîya wan di derinin.

Ehmedê Xanî, sedemên bindestîyê bi şêweke hostayî nivisandîye. Divê em hînî vê rastiyê bibin di warên bindest de evîn nikarin azad bijîn.Ji bo ew bêqederî têk biçe,divê gel bi Bekoyên Ewan bihisin û tengî wan nedin, dûv reji bi tena serê xwe mêrxasî nabe lewra kesên mîna Tajdin û Sti divê bi zanyarî rêxistina xwe bi pêş bixin gava ew rastî pêkhatin hingê ji bo dilana Mem û Zînan hewce nake,em li deve deriyê kizir û mîran lavelavê bikin..."
 

Mijar

317

Peyam

860

Bikarhêner

247

Endamê/a dawîn

Çiya

Üst