Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Linux Li ser Lînux Web Server ê OpenVPN ya xwe sazbikin û bikarbînin

Zinar

Rêvebîr
Rêber
17 Mar 2020
42
Merheba hevalno. Web servera we hebe hûn çawa dikarin wî serverê wekî vpn ê bikar bînin an jî tê de vpn saz bikin ezê wî nîşanê we bidim.

Pêşî bi girêdana SSH ê xwe bigihîjînin servera xwe. Ji bo girêdanê wekî ku hûn dizanin li ser pergalên lînûx e bi fermana (komût) "ssh" ê meriv dikare xwe bigihîjîne servera xwe. Hevalên ku lînûx bikar nayînin jî li ser wîndows ê dikarin puTTY bikarbînin.

ssh -l <kodnavê we> <ip ya we>

1.png





Piştê ku hûn gihîştin servera xwe ev kodê li binî dinivîse binivîsin. Lê belê pergala xwe pêşî update bikin

wget https://git.io/vpn -O openvpn-install.sh && bash openvpn-install.sh

2.png





Ev kod ji we re openvpn saz dike li ser pergala we. Piştê sazkirinê ji we çend tiştan dixwaze. Mînak li ser kîjan îp dixwazî vpn ê saz bikî , kîjan dns ê dixwazî bikar bînî hwd. dipirse. Di vir de tiştê girîng port a xwe biguherînin. Heta 65 hezarê jî hûn dikarin port hilbijêrin. Wekî ku di wêne de dixuye hûn dikarin bi hejmaran hilbijêrin. Min got protolok bila UDP be dns a min jî bila dns a Google ê be. Di dawîyê de client dixwaze li wir jî navekî binivîsin ewê bibe navê dosyaya we ya openvpn yê.

7.png





Piştê wî divê hûn pêl ENTER ê bikin. Li dû sazkirin diqede û dosyaya openvpn yê diafirîne. Wekî li jêr tê xuya kirin bi navê zinaronline.ovpn

8.png





Li ser web servera me dosyaya me ya openvpn yê çêbû. Îja divê ew dosya em daxînin kombersa xwe ji bo ku em karibin bikarbînin. Ji bo daxistinê hûn dikarin dosyayê barê malpera xwe bikin (ku hebe) an jî dikarin li ser FileZilla yê jî daxînin.

9.png





Piştê daxistinê ku hûn pergalên lînûxê bikartînin termînala xwe vekin. Li ser wîndowsê jî proxrama openvpn yê hûn dikarin daxînin. Ez li ser lînûx ê qal bikim. Di termînalê de eger ku openvpn sazkirî nîne bi vî kodê pêşî openvpn ê saz bikin.

apt-get install openvpn

Ku openvpn sazkirî be jî vî kodê binivîsin

openvpn --config <navêdosyayawe.ovpn>

Piştê vê fermanê girêdana openvpn yê çê dibe.

10.png





Di browser ê de li ip ya xwe binihêrin. Ewê ip ya servera we derkeve hemberê we :)

11.png




Belê. Ka me çi kir em bi kurtasî qal bikin. Me got servera me heye VPS an jî VDS ferq nake. Di servera me da pergalekî lînûxê sazkiriye. Me xwe gihîştand servera xwe û tê de openvpn saz kir. Piştê wî bi dosyaya ku me daxist jî, li ser servera xwe em ketin înternetê. Yanî openvpn me gihîştande serverê û server jî me gihîştand înternetê. Êdî malperên ku qedexe bûne meriv dikare têkevê ji ber ku ip ya me li Elmanyayê xuya dike. Spas dikim ji bo ku we xwendin demxweş.