Hebu_n
Moderator
- 27 Şub 2020
- 149
Kod:
Amed bi ser Dîcle de girîya bi herdu çavane
Got liminê çi şermeke mezin û girane
Li başurê welêt xelkê me bûye perîşane
Digerîne li warekî ku lê bibin mêvane
Feleka xayîne çi şermeke mezune, girane
Li şûna biran ser dest bûye maz û bane
Mêvan rast kirine çadir û konan e
Li dorhêlan leşker bi tufing û surguyane
Li minê lê li minê lê li min li min
Derenge derenge ro razayî nîvê şevê
Ji binê koneki qirîna zînê tê ye
Zina neh salî ji birînan xew neyê
Dayikê ban kir Zînê ciwanî yê
Ez bi gori, te kezeba min kewand
Keçê lori lori lori
Zinê got Lê dayê
Zîn bi heyranê
Qirîn şerme dizanim
Lê birînêm xedarin
Agir û janên bedena min
Rebena xwedê helandin
Li minê lê li minê le le min le min
Li dora çadirê civîyabun komeke jin û peyanî
Mirevên serbelind, situxwar li vir dimane…