Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Nûçe LI AFGANÎSTANÊ KEVNEŞOPIYEKE NE XWEŞ !

Rodem

Endam
7 Mar 2020
22
rodem@aqilmendkurd.com
“ Li Afganîstanê Zarok Pirr in,Lê Zarokatî Tune.”


Li Afganîstanê kevneşopiyeke ne xweş.

0199BD30-D874-4071-8E18-5502E5FCBEE7.jpeg


Navê vê kevneşopiyê Bacha Bazî (destdirêjiya zarokan)

Bacha Bazî yanî destdirêjiya zarokan li Afganîstanê û li hemî cîhanê mezintirîn rûreşiyeke ji bo mirovahiyê.

Di vê kevneşopiya ku pedofîlî dihê kirin li Afganîstanê zarokên kurr (5-6 salî) yên malbatên hejar dihên kirrîn û wan zarokan fêrî gewendetiyê dikin. Ji temenê piçûk ve bi van zarokan re reqs û têkîliya zayendî dihê kirin. Paşî ji bo kêf û zewqa xwe wan zarokan difroşin mirovên dewlemend,ew kesên dewlemend jî bêguman pedofîlî û ji bo bêehlaqiyê wan zarokan bikar dihênin.

Ev kevneşopî 600 sal e li Afganîstanê heye û heta niha jî didome. Li cîhê ku ev kevneşopî pêk dihê,jûreyên bi navê çayvexwarinê hene li van jûreyan qedexeye ku zayenda Jin hebe. Di van jûreyan de xwe bi xwe dimînin û wan zarokan li pêşberî xwe direqsînin.

Bi Reqsa Bacha Bazî wan zarokan wek Jinan dixemlînin. Bi perûkan porê wan çêdikin,singên jinan bi wan ve datînin,û xilxalan bi wan ve girêdidin. Kesên ku li wan temaşe dikin jî diravan pêve dikin,dest didin wan an jî mist didin. Û ev tişt normal xuya dike ji bo wan. Li van zarokên ku stîsmarî dihê kirin,neçarî vê kevneşopiyê dihêlin. Di şevbihêrkên Bacha Bazî de xwediyê zarokan ji bo diravan dihêle ku ew zarok xelkê bi kêf û şadî bike. Û dîsa ji bo diravan dihêle ku zarok bi wan kesan re têkîliya zayendî bike. Ji bo van tiştan bitenê mehane dirav mafê zarokan didin.

Bi taybetî zarokên kurr 8-18,5-14 salî perwerde dikin. Ev zarokên bêguneh,dema mezin dibin û vê pîsîtiyê nas dikin. Li hemberî wan kesan ber xwe didin û vî tiştî qebûl nakin êdî. Piştî demekê ku ev zarok nedelal dibin û êdî nayên xwestin ji bo Bacha Bazî. Bi kesên pîr re dizewicînin û dewsa wan bi zarokên nû tije dikin. Ev kevneşopiya rûreşî ku bi sed salan didome ji bo wan pirr normal bû. Demekî ev kevneşopî qedexe bû,lê piştî dagirkirina Emerîka li Afganîstan ev kevneşopî dîsa dest pê kir.