Xalo
Endam
- 13 Mar 2020
- 17
Ev wêneyê hanê yê kurekî Êzîdî ye. Sala 1950´î yan jî 1951´ê hatiye girtin. Cihê wêne lê hatî girtin tam nehatiye diyar kirin, lê gelekî muhtemel e ku Şengal be. Wênegir Wilfred Thesiger e. Ev wêne ji aliyê Yezidi Photo Archive hatiye weşandin bi destûra Pitt Rivers Museum a Zanîngeha Oxfordê. Sala 2004´an hikûmeta Ingilîstanê koleksiyoneke ji 38 hezar negatîvan û 71 albûmên şexsî yên Wilfred Thesiger qebûl kir û ev li Pitt Rivers Museum hatin muhafezekirin. Yek ji albûmên şexsî bi sernivîsa, Kuweyt, Persiya, Kurdistan, Abu Dabî û yeke din jî bi sernivîsa Oman, Dubaî, Kurdistan hatiye binavkirin. Herdu albûm jî ji salên 1949 û 1950´î mane.