Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Dîrok a Kurda Kelha Dîroka Nebî Horî

DîrokHez

Endam
5 Şub 2021
31
Kurdistan
Screenshot_20210204-223250_Facebook.jpg

Kelha Dîroka Nebî Horî vedigere 4 hezar sal berê Nebî Horî yek ji nîşanên şaristaniya gelê Kurd û navçeyê ya kevnar û dûrdirêj e. Nebî Horî ku girêdayî navçeya Şeran a Efrînê ye bi 45 km li bakur rojhilatê bajarê Efrînê dikeve û bi 2 km ji sînorê Bakurê Kurdistanê dûr e. Li rojhilatê wê çemê Sabun diherike. Di navbera wê û bajarokê Bilbilê de dora 10 km heye. Li devera Nebî Horî, kelha Nebî Horî jî heye. Çimkî bajar di dîroka xwe ya kevin de navendeke girîng a olî û leşkerî bû û pir bi navûdeng bû. Berî rabûna arê xezebê û gurbûna pêla şer û cengan û lehiya mirinê bi ser navçeyê de, Nebî Horî bi şûnwarên xwe yên balkêş û siruşta xwe ya qeşeng û surdar, bûbû qiblegeha geştyar û serdankeran. Şaristaniyên cuda cuda di ser vê deverê re derbas bûne. Li ser navê cih jî, çîrokên cuda cuda hene. Yewnan navê wê kiribû Sîrus. Dîroknivîsên Ereb jî navê wê kirine Koreş û bi şahê Fars Koreş ve girêdane. Hinek jî navê wê vedigerînin Urya Bin Henan ku yek ji serkirdeyên Nebî Dawûd bû, herwiha tê gotin ku di zemanên berê de dêrek li wir hebû û mêrekî çak bi navê Horî li wir hebû û dever bi navê wî hat naskirin. Lê ya ku pir caran bi zanebûn tê veşartin ew e ku li gor hinek çavkaniyên dîrokî, Hurî navê miletekî kevin e ku wek bapîrên gelê Kurd tên hesibandin. Hurî şêniyên çiyayên Zagros û Torosê bûn û di hezarsaliya duyem a berî zayînê de li navçeyê serdest bûn û Împeratoriya Metahurî ava kirin. Di serdema Yewnaniyan de ji 312 heta 64 berî zayînê û ji ber cihê wê stratejî û girîng, hêzên Yewnanî yên leşkerî têde cih girtin. Di sala 1140ê zayînî de erdhejeke bihêz navçe wêran kir. Herçiqasî Nebî Horî berê navendeke sereke ya cihê derbasbûn û vehesîna karwanên bazirganan bû, lê erdheja ji sala 2011an û vir ve li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hem dîrok û hem dema niha jî kavil û sermat kir. #Çavkanî : Rudaw Kurmanci