Linux Kali Linux GUI on Windows 10 (WSL 2) // 2020.4 Release

0 Tê Şopandin
18 Şopîner

Hebu_n

Moderator
Moderator
Bikarhêner

27 Şub 2020

167 Mesaj

226 Çalak

0 Çareseri

43

Peyama Yekemîn

100 Peyam

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Tevlîbûn
27 Şub 2020
Peyam
167
Pûanên Behganîye
226
wsl-on-win-10.png

Silav û rez hevalên heja, hêvîdarim ko hûn hemû başbin berî a destpêkê de ez lêborîn ê xwe ji we daxwazim ko min ew çendêke mijar venekirin lê îro ezê mijare ki gelek xweş vekim ser Kali Linux û WSL2 ye ka em mêze bikin WSL çî ye, hejano vekirin a WSL ê ewê "Windows Subsystem for Linux" Kurdî a vî "Sîstema binî bo Linuxê" ez ji zanim mejîê we lihevket lê ka bisenin ez bibijim we da ew çi karê, 2 Tebax 2016 Windows e got ez û Canonical ( şirketa li pişt Ubuntu) emê tiştekî wilo çebikin da ko bila bikarhêner bikaribin pelên GNU/Linux dendik (core) li ser windowsê were xebatê ji ber ko Windows .EXE dixebitine û Linux ji .EXE naxebitine dendikê herdo pergalan hev cudanê ji bo vî camêran WSL pêşvebirtin, belê heger ko ew temam em vî pirsê we bipirsin emê WSL çî bikin? Nika dema ko kesê ki bixwasta pergalên Linuxê (Ubuntu, Kali, Mint) bidexebate an ger ew kesî pergalê vek VIRITUAL MACHINE daxistan/sazbikira an ji DUAL BOOT bikira hûn dikarin mijara dervarê wan da bibinin ser forûmê, lê deme mirov VM(viritual machine)ê dixebitand komber gelek germ dibû û hedî dibû ji ber vî hinêk mîrov aciz dikir Dual bot ji dema qo karê we kasî niv seetê bû ya ser linux ger we komberse bigirta vekira linuxê hilbijarta paşi disa bigirta windowsê hilbijarta ew ji zêde pratik nebû WSL hema navbera her duyanê wek VM ê dixebite lê ket Ram naxwe ka em dew ji xeberdanê berdin û dest bi karê xwe bikin.

Pêdiviyên ji bo WSL

Vêga, WSL1 û WSL2 tenê li ser Windows 10 64-bit û Windows Server 2019 ten piştgirinê
Ew hewce ku Windows Build 16215 an derengtir bixebitînin da ku WSL 1 saz bikin.
WSL 2 tenê di Windows Builds 18917 an jî jortir de heye.


Emê çawa Builda (wek awa/version) xwe bizanibin?
Pelê bişkoka Start ê bikin û li wir Power Sell binvîsîn û çep pel bikin û bibejin wekî rêvebir (run as administator) û vî kodê binvîsînin


Kod:
systeminfo | Select-String "^OS Name","^OS Version"
OSversion.png

osversion-png.536

wek hûn dibinin awaî ya min 19042 ye a ko hewce bû 18917 û jortir bû em başin.

Nîşe: Heke em Windows 10-ê dixebitinin ger em bizanibin ko x64 sîstem ê em dixebitinin ji bo vî ji vi kodê binvîsîninê PowerShellê


Kod:
systeminfo | find "System Type"
Sistemtype.png

sistemtype-png.537


Ew ji temamê


Sazkirina WSL1 ê

PowerShellê vekin û vî kodê binvîsîn û bendê bisekinin bila saz bike, dema ko saxkirin xilas bû ê ji we pirske bila pergelê nû bide xebate bibejin Y wek Yes.


Kod:
Enable-WindowsOptionalFeature -Online -FeatureName Microsoft-Windows-Subsystem-Linux
WSL1.png

wsl1-png.538


Agahi da ko hûn bikaribin WSL2 bidin xebate ger hûn xwe bikin endamê Windows Insider Programê û hemû hewcetiya biqedinin, tişteki hesanê tene ew çî dibeje vîya biqedînin.

Screenshot (1).png



Sazkirina WSL2 ê

Wan koda ser PowerShell e bidin xebate ( wekî rêvebir)

Kod:
dism.exe /online /enable-feature /featurename:Microsoft-Windows-Subsystem-Linux /all /norestart

Kod:
dism.exe /online /enable-feature /featurename:VirtualMachinePlatform /all /norestart

dismcommands-png.539
Dismcommands.png

"Linux kernel update package" Daxinin.

WSL2 Linux kernel update package for x64 machines

WLS2.png


WSL2 ye tixin awaî/version a xwe ya jixweber/deffault.

Carki disa PowerShellê vekin û vî kodê binvîsînin

Kod:
wsl --set-default-version 2

Heger ko xeletî çêdibe mîna vîya: Wan koda binvîsînin, û pergalê nû bidin xebatê.
"Please enable the Virtual Machine Platform Windows feature and ensure virtualization is enabled in the BIOS"
Kod:
DISM /Online /Enable-Feature /All /FeatureName:Microsoft-Hyper-V
Kod:
bcdedit /set hypervisorlaunchtype auto
xeletî.png


awaî/verison a wsl a xwe mêze bikin bi vî kodê wa, ger awaî a me WSL2 be.

Kod:
wsl --list --verbose

Screenshot (5).png



Nija ji dema daxistina Kali Linuxê ye!


Mixrosoft Store vekin lêgerina Kali Linux e bikin û daxinin, pîştê sazkîrin xilas bû bernamê bidin xebatê. Cara yekemîn de Kali Linux ê ji we re bibije xwe re hesab/ajmer e ki vekin ji xwe re nav û şîfrek hilbijarin, dema ko hûn şîfra xwe hildijbarin şîfrê naye xûyan lê belê tê nîvîsandin netirsin binvîsînin.

Screenshot (7).png


Screenshot (2).png


Xwedê hûn jêhati ne heger ko hûn heya vir hatin hema hema xilas bû dema we hesab a xwe ser Kali Linuxê tomarkir vî kodê binvîsînin û bende xilasbûna daxistinê bisekinin, paşî ji xwe re zîmanê karanînê hilbijarin û enterê bixin.


Kod:
sudo apt upgrade && sudo apt install kali-win-kex -y

Screenshot (9).png


Screenshot (8).png


Agahî: Heger ko hûn xeletîkî wek "Failed to execute child process 'dbus-launch' (no such file or directory)" bistinin vî kodê ser terminala Kalil Linuxê binvîsînin

Kod:
sudo apt install dbus-x11

Screenshot (11).png


Nika 2 rê hene ko em bidin xebatê da ko em
'kex'
ser terminala Kali Linuxê binvîsînin Kali e bixebite wek vîya. li vir ger hûn ji linux e derkevin (log off) da ko hûn bikaribin Windowsê bidin xebate.


a.png


Lê belê ko em vî kode

'kex --sl -s'
binvîsînin Kalie wilo were xebate. li vir ji wek hûn dibinin him windows him linux tew tên xebatê kefa we çawa daxwaze wilo bixebitinin.

Screenshot (10).png
 

huseyn

Moderator
Moderator
Bikarhêner

6 Çile 2021

63 Mesaj

101 Çalak

0 Çareseri

18

Peyama Yekemîn

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Tevlîbûn
6 Çile 2021
Peyam
63
Pûanên Behganîye
101
Cîh
Kurdistan
Hah ez jî li hêviya vê parveyê bûm😍. Destê sax be keko. çavkaniyekê zahf xweşik li forumê zêde bû.
 

Hebu_n

Moderator
Moderator
Bikarhêner

27 Şub 2020

167 Mesaj

226 Çalak

0 Çareseri

43

Peyama Yekemîn

100 Peyam

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Tevlîbûn
27 Şub 2020
Peyam
167
Pûanên Behganîye
226
Hah ez jî li hêviya vê parveyê bûm😍. Destê sax be keko. çavkaniyekê zahf xweşik li forumê zêde bû.
Xwede kêfa min ji pîr jê hat ez hedi bûm Hacker.;):ROFLMAO::ROFLMAO:
 

rizgar

Rêvebîr
Rêber
Moderator
Bikarhêner

27 Şub 2020

158 Mesaj

162 Çalak

0 Çareseri

43

Peyama Yekemîn

100 Peyam

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Tevlîbûn
27 Şub 2020
Peyam
158
Pûanên Behganîye
162

Mijar

317

Peyam

860

Bikarhêner

247

Endamê/a dawîn

Çiya

Üst