Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Webmaster Hin Agahî Li Ser REST API

huseyn

Moderator
Moderator
Bikarhêner
6 Çile 2021
63
Kurdistan


REST API | Hin Agahî​


rest.png

REST (Representational State Transfer) yek ji API'ên navdar e ku carinan weke RESTful API jî tê behskirin. REST di destpêkê de ji bo protokolên çalak sûd bigire hatibû bipêşxistin. Wexta ji bo Web API'ê tê bikaranîn ji HTTP'ê feyde digire lê belê dikare ji bo hemû protokolan were bikaranîn. Lewra dema afirandina REST API'ê, bernamesaz ne hewce ne ku pirtûkxane yan jî nermalavên zêdetir saz bikin

Hinek ji mezintirîn feydeya REST API ew e ku gelek hêsanî pêşkêş dikin. Dane ne girêdayî çavkanî yan metoda ye ji bo vê jî REST dikare bangên (call) curbicur bi rê ve bibe û formatên daneyê yên cuda vebigerîne. Ev hêsanî alîkariya bernamesazan dike ku li gorî daxwaz û pêdiviyên wan API ava bikin.

Dema bikaranina REST API'ê hin agahî;​


Kiryar-Sûxrekar (Client-Server): Kiryar û sûxrekar divê ji hev veqetî bin û yek bi yek bi pêş bikevin.

Bêrewşî: API'ên REST bêrewş in. ango bang (call) xeynî ji hev dikarin bên kirin. Her bang daneyên pêwist dihewînin ku bi serfirazî biqedin.

Cache: Ji ber ku API'ên bêrewş dikarin bi hejmarên bilind yên bangan, API'ekê REST divê ji bo embar (storage) werin werin dîzaynkirin.

Navrûyê bi formek: Xwedîbûna navrûyekê di jihevveqetîna kiryar û sûxrekar de zahf girîng e.

Weke SOAP, REST ne girêdayî XML e lê belê dikare XML, JSON, YAML vegerîne. Bikarhêner ne hewce ne navên proseduran an jî parametreyên spesîfîk bizanibin.

Yek ji xerabiyên REST API ew e ku bernamesaz dikare karîna qedandina rewsê winda bike. Her wiha yên nû dest bi REST dikin dikarin zehmetî bibînin.