Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Gelo afirandina apk çawa dibe?

Sahin

Endam
Bikarhêner
27 Nis 2021
3
Botan
Silav û rêz hevrêyên hêja

Wekî tê zanîn ko mixabin Kurdî dinava teknolojî yê de jî paş maye. Helbet gellek sedemên vê tiştê hene û sedema herî mezin nezanîna xwendina zimanê Kurdî ye. Binêrin; ne nezanîna zimanê Kurdî ye lê nezanîna xwendina zimane lewra herkes kurdî dizanê. Nezanîna alfabê wate ewe ko nezanîna ferheng û pêxistina gramerê ye.

Lê em ne bê hêvî ne. Tekoşîna me ya perwerdehî her çiqas bidome jî divê em ji alîyê teknolojî yê jî xebatên xwe xurt bikin. Wekî wergerandina Facebookê, Google û Wordpress ê divê em aplîkasyonên sedê sed Kurdî jî biafirînin. Loma dixwazim em bibin xwedî komek ya perwerdehî û pêşbirina aplîkasyonên Kurdî.

Livir em dikarin hinek çavkaniyên afirandina aplîkasyonan wergerînin kurdî û livir dibîstanek ya teknolojî yê ava bikin.

Hêvîdarim kesên baldar tevlî vê mijarê bibin.