Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Pirtûkxane & Arşîv Fêrîkê Ûsiv

DîrokHez

Endam
5 Şub 2021
31
Kurdistan
FB_IMG_1612495778303.jpg

Fêrîkê Ûsiv 1934 - 1997 Helbestvan û wergêrê mezin ji Kurdên Qefqasyayê bû. Di mijdara sala 1934an da, li gundê Sîpanê yê Yêrêvanê di malbateke êzidî da ji dayik bû Pêşiyên Fêrikê Ûsiv ji bajarê Qersê, ji gundê Yemençayîrê, piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn, tevî kurdên êzidî yên din û ermenîyên herêmê derbasî aliyê Ûris bûne, di rê da ji malbata wî gelek kes mirin.
Malbata wî ji êla sîpkan, bereka wutiyan bûye. Wî dibistana seretayî li gundê xwe Sîpanê, di sala 1951an da bi dawî kir. zarokatiya wî, di ber xwendinê re, di nava xwezaya çiyayên kurdan ên li aliyê ermenistanê da derbas bû, vê yekê jî hiştiye ku ew bibe tebiyetbêjekî yekta. Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî da, fêrîkê ûsiv di 1955’an da, di "Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan" da dest bi xwendina xwe ya bilind a di para fîlolojî û dîrokê da kir. Heman salê, ku rojnameya riya tezeyê piştî demeke dirêj ji nû ve dest bi weşana xwe kir, dest pê bû helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar de weşiyan.
Wî di sala 1960an da enstîtu kuta kir. paşê di radyoya kurdî ya yêrêvanê de wekî serokê beşa wêjeyê dest bi xebatê kir. Pirtûka wî ya pêşîn, çavkanî, di sala 1961an da hate çapkirin. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku ji ber rastgotiya xwe ya di jiyana xwe ya xebatê de tûşî êrîş û bêbextiyan bû, dev ji karê radyoyê berda û rojekê girt hemû helbestên xwe yên çapbûyî û çapnebûyî giş şewitandin. Bi hanedana xezûrê xwe, heciyê cindî, di sala 1963an da, beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên sayat-nova bû û bi wergera xwe ya bo kurmancî ve xelata sêyemîniyê wergirt. Wî di navbera salên 1963 û 1967’an da ji avedîk îsahakyan, lermontov û shakespeare berhem wergerandin kurdî, di 1964’an da, pirtûka wî ya bi navê gula elegezê hate çapkirin, di 1967’an da jî ya bi navê lîrîka. Di 1968’an da, wî li gundê xwe dest bi mamostetiyê kir.
Di sala 1971an da, destana wî, xewna mîrmih, li moskovayê, di nava pirtûka hikayet der heqê bar mûraz da, bi rûsî hate weşandin. Di sala 1974’an da, bû endamê yekîtiya nivîskaran. Destana wî ya bi navê ûsivê neviya di 1973an da hate weşandin. Pirtûka wî ya bi navê narê di sala 1977an da çap bû. Du destanên wî yên din, rihana reso û hesretdefter, di 1984an da, di berhevoka helbestkar û nivîskarên kurdên sovyetê, bahara tezeyê de hatin weşandin. Wî di nava van salan re her wiha ji byron, goethe, pûşkîn, yesenîn û hovannes tûmanyan berhem wergerandin kurdî. Di helbestê da, du helbestkarên mezin hebûn, ku fêrîk ew wekî hoste qebûl kirine: pûşkîn û yesenîn. Ji ber vê yekê, fêrîkê ûsiv di sala 1987an da derkete gereke demdirêj, ji bo ku bajarên pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê ûris geriya. Di payîza 1996’an da, fêrîkê ûsiv çû dîtina keça xwe, zerê û neviyên xwe, narê û alîk, ên ku li bajarê nîjnî tagîlê diman, lê êdî nexweş bû. digel pêdagiriya malbatê, çû. Di 28’ê avrêla 1997an da, vegeriya yêrêvanê, mala xwe. lê nexweşiyê lê giran kir, fêrîk di 1’ê gulanê de rakirin nexweşxaneyê.
Tevî hewildanên pakkirinê, fêrîkê ûsivê helbestkar û wergêrê mezin, di 3’yê gulana 1997’an da, di 63 saliya xwe da, li yêrêvana paytextê Eermenistanê, li wî aliyê din ê erezê, li ser axa serheda xwe kiras guhert û tevî karwanê nemirên kurd bû. li ser xwestina wî, fêrîkê ûsiv li gundê sîpanê, li berpala çiyayê dibûrî bi xakê hat spartin.

Berhemên wî : Çevkanî, Yêrêvan, 1961 Gula Elegezê, Yêr., 1964 Lîrîka, Yêr. 1967 Ûsivê Nevya, destan,Yêr., 1973 Narê, Yêr., 1977 Hisretdevter, Yêr., berevoka "Bhara teze" da hij 3, 1984 Dinya delal, Yêr., berevoka " Bahar" da, hij, 6, 1987 Hîveron, Stockholm, 1993 Hisret, Yêr., 2004, paşe Erbîl, 2005 Destan, Yêr., 2005, paşê Êrbî1, 2006 Ber ava gurr, bi zimanê ermenkî, Yêr., 2004 Bera ber derya, berevoka wergera, Yêr. 2006 Kerdîga kilama, dupa helbestên çapnekirî, Yêr., 2007 Berevoka berhema, cilda 1, Yêr., 2008 Berevoka berhema, cilda 2-a, Yêr., 2008 Berevoka berhema, cilda 3-a, Yêr., 2009 Pampa min, berhemên bona zarokan, Yêr., 2009