Rodem
Endam
Em Kî Ne?
Ji bo pêşketin û serkeftina netewa xwe,em çendek xort in ku dest bi xebatan kirine.
Hinek ji me xwendevan,hinek jî karker in. Bi rastî em ne kesên ku aboriya wan fireh û azad in bitenê dixwazin xeyalên xwe pêk bihênin.
Em jî wek her netewî bi serbilind û serfiraziya netewa xwe şanaz in.
Lê tişt li ber çavan in,ji ber ku dewlet û yekîtiya me tune em ji her alî de li paş in.
Divê em van tiştan ji xwe re nekin manî. Her çiqas li gorî neteweyên din em bêşans û şerpeze bin bibin divê ji bo xwe û pêşeroja xwe yanî ji bo nifşên nû tiştekî bikin.
Armanca me pêşî li tora civakî,civateke çalak û berhemdar çêbikin. AqilmendKurd destpêka vê civatê ye. Di vê civatê de em ê bi hêsanî kêmasiyên temam bikin. Mesela di derbarê Dîrokê de,Çand û Hunerê de,Felsefeyê de,Kurd û Kurdistanê de,Wêjeyê de, û hîn gelek tişt...
AqilmendKurd
Ev forum ji bo me destpêkek e. Di vê forumê de gelek tişt hene wek ku min li nivîsa jorê qal kir. Ji wêneyan bigrin heta nûçeyan wê tişt li vir kom bibin. Wek arşîvekê. Dema hûn ketin forumê divê hûn jî agahî û zanînên xwe bi me re parve bikin. Mînak yek ji we di derbarê Wêjeya Kurdî de xurt e. Divê yekser li ser mijara Wêjeyê nivîsa xwe binivîse daku kesên bikevin forumê sûd jê bigrin.
Daxwaziya Me
Daxwaziya me bitenê ev e hez ji xwe û netewa xwe bikin.
Di rojên pêş de teqez em ê bi serkevin. Bimînin di xêr û xweşiyê de.

-AqilmendKurd
Ji aliyê mederator hate sererastkirin: