Hebu_n
Moderator
- 27 Şub 2020
- 149
Du egîd çû bûn şerê welêt û dîl qeti bûn, gava ew birin nav qoma dijminan serên xwe dan ber xwe
Seh diqirin qo Qurdistan winda bûye, esqerê qurdan şiqestine, revîne û sereqên wan hatina girtin
Her do egîd liser van xeberên tehl digirîyan û yeq ji wan digot:
--Çikas ez têşihim, birîna min çikas dişewite.
Ê din got:
--Stran vemirî, govend seqinîye. Min ji divê ez bi te re bimirim, lê di pişta min de jin û zarokên min hene, hê min dê perîşan bibin.
--Pîreq ji bo min çîye? Zarok ji bo min çîye? Pêteqe bilintir di dilê min de rabûye. Pîreq û zarok birçi ne, berde bila herin bigerin, welatê min welatê min winda bûye
--Bra hêvîyeq ya min ji teheye, heqe ez niho mirim, laşe min bi xwe re bibe, û min li erdê Qurdistanê veşîre.
Qolesê min dane ser sînga min, tifinga min bide destê min û xencera min bêxe ber pişta min. Ez dixwazim wisa raqevim û bibihîzim, weq nobetdareq di garinê de, heta qo dengê topan û şehîna hespan bên.
Dema reprepa hespên egîdên qurdan di ser tirba min re biborin û dengê tifing û topan bên ez bi çeqên xwe ve ji tirba xwe, xwe hilavêjim, ji bo standina welatê xwe!! ji bo standina welatê xwe....