Dîrok a Kurda Dr.Fuad Beg

0 Tê Şopandin
2 Şopîner

DîrokHez

Endam
Bikarhêner

5 Şub 2021

34 Mesaj

69 Çalak

0 Çareseri

13

Peyama Yekemîn

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Tevlîbûn
5 Şub 2021
Peyam
34
Pûanên Behganîye
69
Cîh
Kurdistan
FB_IMG_1650425941894.jpg


Îro 17ê avrêlê 97emîn salvegera şehîdbûna rêberê herdem sax Dr.Fuad Beg e , bi rêzdarî bi bîr tînim .

Şehîdê herdem sax Dr. Fuad Beg ( 1887 – 1925 )

Bijîşk, nivîskar û yek ji têkoşerên doza azadiya Kurdistanê .

Dr. Fuad bi eslê xwe ji Çêrmûga Diyarbekirê ye û ji mala Hecîqadiran kurê Hecî Îbrahim Efendî ye ku li Diyarbekirê berniyas bû.

Xwendina xwe ya seretayî li Diyarbekirê dest pê dike, paşê jî li Stenbolê û piştî wê jî diçe Parîsê dixwîne û dibe doktor vedigere tê li Diyarbekirê bijişkîyê dike.

Doktor li ser pîşeya xwe zor zana bû. Ji aliyê malbatî ve rewşa wan a aboriyê baş bû, wî gelek caran ji nexweşên xwe pere nedigirt û belaş derman dida feqîr û xizanan.

Ji ber vê yekê di dilê xelkê de text danîbû, ji aliyê xelkê ve gelek dihat hezkirin.

Ew ji berê de bi rewşa gel re mijûl dibû û kar dikir ku wan hişyar bike, da ku xwe ji bin zilm û dîlketinê rizgar bikin.

Bo vê jî têkoşîneke dijwar û bi rêxistinî pêdivî bû. Bêşik ew bîreweriya pê re çêbûyî, çareserkirina pirsgirêkên civakî û netewî ji rêxistinbûnê cuda neditît.

Ji bo vê yekê digel hinek hevalên xwe, di sala 1919an de şaxê Diyarbekirê yê Komela Tealî ya Kurdistanê birêxistin dikin.

Qedrî Cemîl Paşa di pirtûka xwe Doza Kurdistanê de wê pêvajoyê wiha dîyar dike:
“Komela Tealî ya Kurdistan di demekê kurt de li gelek deveran liqên xwe vekirin. Bi tenê li Diyerbekirê bi hezaran kes bûbû endamê Komelê. Di wê demê de Ganîzade Doktor Cewded Begê ku ji Stenbolê hatibû Diyarbekirê beşdarî vê Komelê bûbû. Doktor Fuad Beg jî endamê Komelê bû. Ji bo ji van kesên behremend û xwedan ezmun mifayê werbigrin desteya rêveberiyê xwe ji kar kişand.”

Piştî xwe hilkişandina rêvebirya berê, desteyek nû ya rêvebirinê tête dirustkirin, Dr. Fuad dibe yek ji endamên vê desteyê û digel hevalên xwe dest bi xebat û rêxistinê dikin. Qedrî Cemîl Paşayê ku yek ji endamên wê desteyê bû dibêje:
“Li ser pirsa netewî me ligel Doktor Fuad, Bavê Tûjo, Cercîzade Fîkrî, Elî Lîcêyî civînek kir, me biryar da ji bo em rewşa Mehmud Berzencî fêr bibin û peywendiyekî li gel rêkxistina wî daynin, ji ber vê çendê jî pêdivî bi çûna Silêmanî hebû.

Ji bo vî karî me di nav xwe de qura çêkir, kar kete ser milê Bavê Tûjo. Bavê Tûjo di nav çend rojan de bi rêka Remanê gehişte Mûsilê, lê di wê demê de îngilîzan li beramberî Mehmud Berzencî ketibûne bizavê û rê nedane Bavê Tûjo biçe Silêmanî û Bavê Tûjo girtin dan destê tirkan. Bavê Tûjo şandin Enqerê da ku dadgeha wî bikin, demekê li zindana Enqerê ma û paşê berdan û careka din vegeriya Diyarbekir.”

Piştî ku Komela Tealî ya Kurdistan parçe dibe û Serhildan koçgirîyê têk diçe, di nav grûbên rewşenbîr û rêxistinên kurdan de fikra yekbûn û rêxistineka nûh dertê holê. Di vê çarçovê de bi pêşengî û serokatiya Xalid Begê Cibrî û hevalên wî, bi navê Komîta Îstiqlala Kurdistanê rêxistineka nûh di şiklê bereya netewî de tête damezirandin, ku ji çendek grûban pêk hatibû.

Bi vê awayê gelek rewşenbîr û grûbên siyasî yên kurd li dora Mîralay Xalid Begê Cibrî berhev bûbûn. Navê kurt ê vê rixistinê Azadî bû.

Di bin rêvebiriya Azadîyê de, “şoreşger û rewşenbîrên kurd ji bo azadiya Kurdistanê kar dikirin da ku bikaribin karê şer rêk bixin.

Ji efserên kurd Îhsan Nurî yê Bidlîsî, Mulazim Îsmaîl Heqî Şaweysê Silêmanî, Xurşîdê Hertûşî endamên girîng yên vê rêkxistinê bûn.

Mulazim Îsmaîl Heqî Şaweysê Silêmanî li ser fermana ku ji navenda rêkxistinê ya li Erziromê ye wergirtiye da ku li deverên din yên Kurdistanê karê rêkxistinê pêk bihîne hatibû Diyarbekir.

Bi beşdariya Cemîl Paşazade Qasim Beg, Dr. Fuad, parêzer Mihemed Efendî (Bavo Tujo) ango Hecî Axtiyê navdar, Ekrem Cemîl û hindek hevalên din ve wan tayekî (şaxek) vê rêkxistinê li Diyarbekir vekir.

Dr. Fuad berpirsê komîteya bajêrê Diyarbekirê bû. Her wiha propagandîst û rêxistinkarekî jêhatî bû. Wî rêxistina nava bajêr û agadarî û peywendiya bi derva re pêk dianî.

Her wiha, Dr. Fuadî bi kurdên başûr (Mûsil, Silêmaniye) û yên Binxetê re jî di nav têkiliyê de ye û berdewamî ji hev agadarî werdigrin.

Ji vê yekê jî derdikeve holê ku Komîta Îstiqlala Kurdistanê, rêxistin û têkoşîna xwe li tevayî Kurdistanê dikir.

Dr. Fuad di nav vê xebat û têkoşînê de, rêxistinkarekî rewşenbîr û şoreşgerekî netewî yê çalak bû.

Dr. Fuad kurdperwer û pêşengê doza kurd e, ji bo pêkanîna vê yekê amade ye her fedekariyê bike.” Beriya ku serhildan dest pê bike dixwaze bi navê Mezopotamyayê rojnameyek derbixe. Wî “hemû jiyana xwe, zîrekî û ramana xwe bo çêkirina Kurdistaneke serbixwe serf kiriye.” Wî dixwest bi her liv û tevger û helwêsta xwe ji gelê xwe ra bibe mînak û hişyariya netewî pê re peyda bike.

Wek mînak, di wan deman de grûba endamên Komîta Îstiqlal wek helwêsteke netewî, ji bo propaganda û moraldayina gel, cilûbergên kurdî-herêmî li xwe dikir û bi vî awayî li nava bazara Diyarbekirê digeryan.

Ji gotar û gazindên kadroyên wê demê dîyar e ku di têkiliyên navend û liqan de lawazî û alozî hebûye. Ekrem Cemîl Paşa vê yekê wiha tîne ziman “Liqên Azadiyê yê girîng bi raya min yê Diyarbekirê bû. Serokên me li Eziromê serhildanek amade dikir. Lê mixabin me ji çi tiştekî agahdar nekirin. Çi tiştek di derbarî xeta bizavê de nîşan nedan. Ji me çi xizmet û karek nexwestin.”

“Di roja 8ê Sibata 1925an de, demê pêzanîna kuştina leşkerên baregeha tirk yê Pîranê belav bû û me bihîst, em wek endamên tayê Diyarbekirê ya rêkxistina Azadî, tênegehiştin ev ji bo çi û bi çi armancê hatiye kirin.

Piştî ku serhildan şikest, Mehkema Îstiqlalê ya Şerqê li Dîyarbekirê hate damezirandin, Dr. Fuad bi xwe jî wekî gelek şoreşger û rewşenbîrên kurd tête destgîrkirin. Di destpêkê de dosyaya Dr. Fuad û Şêx Eyubê Sêwregî vekirin. Ji xwe Dr. Fuad, ji berê ve bi îddîaya xebata Kurdistana serbixwe hatibû girtin û sucdarkirin, di mehkema eskerî de doza wî dewam dikir.

Dr. Fuad, di xebata binerdî (îlegal) de pirr hesas û ketûm bû. Ji ber vê yekê di derheqê endametiya wî ya rêxistinê de, li ber destê mehkemê îsbatên şênber pirr kêm bûn.

Dadgeha Îstîqlalê ji bo cezakirina wî çi delîlek cidî peyda nekiribû. Hinek tiştên ku di çarçoveya huqûqê de nabin delîl, wek delîl derxistibûn pêş. Di rewşên wiha de çêkirina sedeman û lihevanîna derewan ne zahmet e.

Her wekî ku bi ser Hesen Xeyrî yê Dêrsimî ve hat, ew jî bi hinek îddîayên pirr sivik û basîd sûcdar kirin: ku dibêjin “di dema serhildana Şêx Seîd de, tu bi cil û bergên netewî yên kurd di nav bazara Diyarbekirê de geryayî”; ya din, wî di lêpirsîna xwe de gotibû ez Zaza me, ev gotin ji bo sêdaredana wî wek tewaneke (sûc) din hate pesendkirin; her wiha, ew nameya ku Dr. Fuad ji bo merovekî xwe yê bi navê Ferîd Paşa ku li Stenbolê dijiya nivisandibû, ji aliyê mehkemê ve wek belgeyê têkiliya wî û Tevgera 1925an tête nîşandan, û dibe sedemê darvekirina wî.

Di wê nameyê de derbarê rewşa herêmê û tevgera kurd de wiha tête gotin:

“Şaxê Mûsil û Bexda yê Komîta Îstiqlala Kurd, ev çend meh e ku faaliyeteka cidî dimeşîne. Bi emr û nîşandana vê komîteyê, Şêxê Xinûsê Şêx Seîd Efendî dest bi serhildanê kiriye û hatiye gihiştiye Licê û Hêneyê. Vê gavê li bakûrê Diyarbekir û 8-9 seat li dûrê bajêr şer çêdibe. Xwedê dawîya wê xêr bike. Komîta Helebê jî bo heman armancê amadekariya xwe ya bo serhildana gelê kurd tewaw kiriye. Mûş û hawîrdora wî ketine destê hêzên eşîretan. Di dawiyê de dikarim vê bêjim, armanca fikra Kurdistanê, hukûmetê mecbur kiriye ku bi ciddî li ser vê yekê bifikre. Em binêrin ka dê çi bibe?
Ez bi xwe, piştî dîtin û bihûrandina rojên derbeder, li benda demê me.”

Ew dem hat, di encama mehkemekirinê de yekemîn ceza darvekirinê bo Dr. Fuad û Şêx Eyubê Sêwregî tête birîn.

“Vê biryarê, kenê rûyê kesayeta îdealîst, neteweperwerê kurd Doktor Fuad têk nebiribû.

Bi helwesta xwe ve jî nîşan dida ku ew çi girîngiyê nade biryara sêdaredanê.

Piştî biryara sêdaredanê, ji bo bi zêdeyî êşê bidin mehkum sê rojan didane rawestandin û paşan ev biryare pêk dihanîn. Lê qaşo zeman didan ku ji bo ev biryar ji layê dozger ve bihête temyîzkirin. Lê dozger çi biryareka dadgehê temyîz nekiribû.

Li gor gotina rêveberê zindanê Ezîz Efendî, doktorê me Fuad di nav van sê rojan de çi xemgîniyek nîşan nedaye, li ser xwe bûye û ji rêveber daxwaz kiriye ku li jûra rêveber bi xêzana xwe re tenê bimîne û di her sê rojan de jî bêyî ku avê bikarbihîne li gor pêdiviyên ayînî xwe paqij kiriye.

Piştî biryara sêdaredanê ji bilî kurdan, kîjan takekesê gelê din dikare hinde li ser xwe be. Ji berhema vê peywendiyê zarokek kurîn ji dayika xwe bû û navê bavê wî Mihemed Fuad lê kirin.”

Dr. Fuad, di 17ê Nîsana 1925an de, roja înê di şefeqa sibê de wek yekemîn kadiroyê Tevgera 1925an digel Şêx Eyub li meydana nizîkê deriyê Serayê têne darvekirin.

Dema ku ew şoreşgerê netewî yê kurd dibin ber dara sêpiyê, ew serê xwe bilind dike û berê xwe dide bêdengiya beden û kolanên Diyarbekirê û wê gavê ji me ra wisa tarîf dike:

“Şevek tarî ya hebû ya tune bû nîv;
Deşt di xew da çiya digirî, ne hilate hîv”

Û pişt re bersîva celadên xwe dide, dibêje:

“Ji bo welatê xwe bi mêranî mirin, her gav di bîra min de bû. Ev axa ku îro em li ser têne darvekirin, bêguman dê rojekî alaya serxwebûnê li ser bête hilkişandin.”

Bila giyanê wî şad be.
Dr. Fuadî di dilê gelê kurd de text danîbû. Ew dilîniya wî ya hemberê gel, heman demî dilxwaziyekî bo wî çêkiribû di nav gel de. Ew Dr Fuad ji bîr nakin û her em e şopdarê şopa wî bin ..

#Çavkanî:

– Çandame
– Ekrem Cemîl Paşa, Kurtejiyana Min
– Zinar Silopî, Doza Kurdistan.
– Uğur Mumcu, Kürt İslam Ayaklanması..
– Şevket Beysanoğlu, Diyarbakır Tarihi, cild: 3
– Ismet Inönü, Hatıralar, 2. kitap
– Naci Kutlay, Bîranînên Min​
 

Hozan

Endam
Bikarhêner

3 Tem 2021

21 Mesaj

23 Çalak

0 Çareseri

0

Peyama Yekemîn

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Tevlîbûn
3 Tem 2021
Peyam
21
Pûanên Behganîye
23
Cîh
Holanda
Mixabin , em heya niha em ne yekin , ji parti yekê sed parti derdikeve û her kes xew dibine serdar , wek hatiye gutin: masî yê mezin ya ê piçûk dixwe û masî yen biçûk di zikê wî de hevdu dixwin . dilovanî ye Xweda li wan pakrewan ên perwer yên canê xwe kirin qurban ji bo Kurdistan .
 

Mijar

331

Peyam

904

Bikarhêner

253

Endamê/a dawîn

Muharrem

Üst