Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Nûçe Diyarî malbata xwe ya koçber kir...

Xalo

Endam
13 Mar 2020
17
rodisait.jpg

Rojnamevan û wênegir Rodî Saîd xelata wêneyê salê yê Reutersê yê sala 2019´an wergirt. Di wêne de zarokek heye, di nava jinên DAIŞ´î de yên li Baxozê xwe radestî hêzên QSD´ê dikin, ji nava çarşefên reş dîq dike. Juriyê ev wêne weke wêneya herî tesîrker a salê hilbijart. Ronî Saîd ê ji Serêkaniyê, ji merasîma eşkerekirin û dayîna xelatê re nameyek şand. Di nameyê de wî got, ji bo vî wêneyî bigire ew bi saetan rawestiyaye û ji bo wê kêliya ku rûyê zarokê xuya bike ji nava wan çarşefên reş jî nîv saetê xwe ji cihê xwe neleqandiye, xwe tevnedaye. Lewma hem di nava jinên bi çarşef de bû zarok û hem jî rêzeke din a jinên bi çarşef li aliyê din bû ku siya wan dida ser wî. Lê axir, zarokê berê xwe dayê û wî jî kêliyeke ku sî nekeve ser rûyê zarokê zeft kir. Wî xwestiye tirs û şopa şerekî giran ku haya zarokê bi xwe ji sedemên wê nîne, lê bûye çarenûsa wê, di nava bi sedan jinên dijmin de di kêliyekê de zeft bike û ev jî ji bo wî pirr zehmet bûye. Ew jin û zarokên hanê li bendê bûn ku bên muayenekirin, beriya ku hêzlên QSD´ê wan bibin kampan.

Rodî Saîd di nameya xwe de wekî din dibêje, ew xelatê diyarî malbata xwe dike ku di demên ew ne li malê de tevî tirs û mitaleyan jî pişta wî girtiye, destek dayê. Ew bi bîr dixe ku malbata wî jî hîna nû hatiye koçberkirin ji ber dagirkeriya diduyê ya bajarê wî Serêkaniyê. Çeteyên El-Nusrayê sala 2013´an Serêkaniyê dagir kiribû û Cotmeha sala 2019´an jî çeteyan wê bajarê dagir kirin.