- 17 Mar 2020
- 33
Merheba delalno. Di pergalên ku bingeha debianê dixebitînin (Kali, Ubuntu..) de wexta meriv apt yê nûjen dike çend xeletî dibe derkeve hemberê me. Pir car hat serê min ji ber wî tiştên ku ez bi serê xwe hîn bûm dixwazim li vir parve bikim. Hûn dikarin di pêşî de li mijara @Hebu_n (Fermanên Linuxê Bingeh) binihêrin. Ku hûn linuxê bikartînin divê hûn bizanibin çend fermana. "Eger di apt ya we de pirsgirêk hebe HETA KU PIRSGIRÊK ÇARESER NEBE REBOOT NEKIN. Ji ber ku ev xeletiyên mezin jî ê bi xwe re bîne. Çend kes dibêjin ev mirina sîstemêye jî."
1-)
Ku hûn root nebin û bixwazin fermanan wekî rootê bixebitînin, divê hûn fermana sudo her tim li pêşî binivîsin.
2-)
Ku we pirsgirêkek wisa girt fermana li jêr bikar bînin
Fermana "rm" yê klasora ku we nîşan da jê dibe. Di dawiyê de "*" hebe di wê klasorê de hemû dosyayan jê dibe. Fermana din apt clean, paqijiyê dike. Clean bi îngilîzî paqijî bû çewt nebim
Piştê paqijîyê apt update dike.
3-)
Ku tişkî wisa derket pêşiya we qet nefikirin klasorê jê bibin 
4-)
Belê hûn jî hîn bûn. dosyaya "lock" ê emê jê bibin. Lê ev ne çareserkirinek tenduruste di pêşî de bêjim.
5-)
Ku hûn dixwazin hîn bibin apt bê pirsgirêk dixebite an naxebite, fermana jêr bixebitînin
Ku ev ferman bê pirsgirêk xilas bibe baş e.
6-)
Dibe ku di dpkg yê de pirsgirêk hebe. Ji bo dpkg yê jî fermana jêr bixebitînin.
7-)
Dibe ku fermanê we yên ku dixebitin hebin. Bi vê fermana li jêr li fermanên çalak mêzekin.
Di vir de "apt-get" fermanên ku bi navê apt-get ê dixebitin nîşan dide. Mînak dêleva apt-get ê de em "python" binivîsin, wê çaxê jî ê fermanên ku bi navê pythonê dixebitin ewê nîşan bide.
Di vir de PID 63362 ye. Dibe ku li cem we gelek bin jî. Hûn eger bixwazin van fermanên dixebitin bidin sekinandin divê hûn wan bikujin. Belê bikujin.
8 -)
Wekî din:
autoclean bi xwe paqijiyê dike. autoremove jî bi xwe programên ku êdî hewce nakin radike.
Ez gelek car rastê van pirsgirêkan têmê. Niha nikarim bibêjim jê pir zêde xweş fêm dikim lê çareserkirinê de divê hûn pêşî mantiqa wî fêm bikin hevalno. Eger pirsgirêkek derket hemberê we û ku hûn bi îngilîzî nizanibin pêşî wegera wî bikin gelo dibêje çi. Ku we jê fêm nekir di google yê de bigerin. Di google ê de gera we bila bi îngilîzî be. Mînak pirsgirêka 3. derket hemberê we. Pirsgirêkê kopî bikin û di google ê de bigerin: "W:Failed to fetch bzip2:/var/lib/apt/lists/partial". Gelek forum û malper hene ku çareseriya van pirsgirkan parve dikin. Ji bîr nekin ev pirsgirêk tên serê herkesê. Binihêrin xelkê çawa çareser kiriye hûn jî li dû şopa wan herin lê hertim na
Ku kêmasî û xeletiyên min hebin di mijarê de, li binî parve bikin ji kerema xwe re. An jî ku hûn dixwazin lê zêde bikin di binî de şîrove bikin. Bimînin di xêr û xweşiyê de.
1-)
Kod:
sudo apt-get update
2-)
Kod:
E:Encountered a section with no Package: header,
E:Problem with MergeList /var/lib/apt/lists/archive.ubuntu.com_ubuntu_dists_precise_universe_binary-i386_Packages,
E:The package lists or status file could not be parsed or opened.’
Kod:
sudo rm -r /var/lib/apt/lists/*
sudo apt-get clean && sudo apt-get update
3-)
Kod:
W:Failed to fetch bzip2:/var/lib/apt/lists/partial

Kod:
sudo rm -r /var/lib/apt/lists/partial/*
4-)
Kod:
E: Could not get lock /var/cache/apt/archives/lock – open (11: Resource temporarily unavailable)
E: Unable to lock directory /var/cache/apt/archives/
Kod:
sudo rm -r /var/cache/apt/archives/lock
5-)
Ku hûn dixwazin hîn bibin apt bê pirsgirêk dixebite an naxebite, fermana jêr bixebitînin
Kod:
sudo apt-get install -f
6-)
Dibe ku di dpkg yê de pirsgirêk hebe. Ji bo dpkg yê jî fermana jêr bixebitînin.
Kod:
sudo dpkg --configure -a
7-)
Dibe ku fermanê we yên ku dixebitin hebin. Bi vê fermana li jêr li fermanên çalak mêzekin.
Kod:
ps aux | egrep -i apt-get
Kod:
zinar 63362 0.0 0.0 6188 652 pts/1 S+ 04:39 0:00 grep -E --color=auto -i apt-get
Kod:
sudo kill -9 63362
8 -)
Wekî din:
Kod:
sudo apt-get autoclean
sudo apt-get autoremove