Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Hişê Çêkirî Daneya Mezin (Big Data) | Danasîn

huseyn

Moderator
6 Çile 2021
63
Kurdistan


Daneya Mezin Çi Ye?​

(Big Data)​

daneya-mezin-ci-ye.jpg

Daneya mezin, komên agahiyê yên mezin û berfireh in ku her tim zêde dibin. Bi piranî ji bo projeyen machine learning/hînbûna makîneyî tê bikaranîn. Di hûndirê xwe de mezinahiya agahiyê, leza afirandin û berhevkirinê dihewîne. Daneya mezin gelek caran ji kanzakirina daneyê tê.

Daneya Mezin Çawa Dixebite?​


Daneya mezin dikare weke neavakirî û avakirî were kategorîkirin. Daneya avakirî ji agahiyên birêvebirî yên danegehan pêk tê. Daneya neavakirî jî ji agahiyên neorganîzekirî. Bi gelemperî tê de daneyên ku ji çavkaniyên tora civakî hatiye berhevkirin heye.

Her wiha daneya mezin, dikare ji şîroveyên li ser torên civakî, sepan û malperan were berhevkirin. Bi rêya sensor û inputên din yên di cihazên biaqil de, berhevkirina daneyên mezin hêsantir dike.

Daneya mezin bi piranî di danegehên kombersan de tên hilandin. Nermalavên ku ji bo komên daneyê yên mezin, fireh û kompeks hatine avakirin analîza daneya mezin dike. Gelek kompanyayên nermalav-weke-servîsek (software-as-a-service SaaS) li ser birêvebirina van daneyan kompleks hûr dibin.

Bikaranina Daneya Mezin​


Analîstvanên daneyê têkiliya daneyên ji hev cuda dinêrin da ku pêwendiyekê di navbera wan de bibînin. Gelek kompanya hewl didin ku van anlalîzan biguherînin agahiyên ku tên bikaranîn.

Piraniya beşên kompanyayan van analîzên daneyê bi kar tînin ku gelek mijarên girîng weke çavkaniya mirov, teknolojî, marketing û firotin tê de dihewîne. Armanca daneya mezin ew e ku gihiştina produktên li marketê bileztir bibe. Da ku windabûna wext û çavkaniyê kêm bikin.


Fêde û Ziyanên Daneya Mezin​


Zêdebûna hejmarê ya daneyê helbet firsend û probleman jî li ba xwe tîne. Bi gelemperî xwedîbûna daneyên bikirr/mişterîyan helbet rê dide kompanyayan ku xizmet an jî berhem/produktên xwe çêtir hilberînin. Kompanyayên ku daneyên zahf mezin berhev dikin, firsend û fêdeya analîzên kûrtir û dewlemendtir bi dest dixin.

Çiqasî analîzên çêtir tiştekî pozîtîf û baş be jî, daneya mezin her wiha dikare bibe sedema geremol û teşqalayê. Kompanya divê di nava daneya mezin de bibînin ku kîjan koma daneyê sedema vê geremolê ye û kîjan bi kêr tê.


Ji xeynî van, berî ku were bikaranîn rewş û xwezayê daneyê divê bi awayekî rekûpek were birêvebirin. Daneyên avakirî yên ku ji nirxên hejmarî pêk tên bi awayekî pir hêsan û rehet dikarin werin rêzkirin û hilandin. Daneyên mezin weke e-peyam, video, dosyayên text dibe ku teknîkên cuda hewce bikin da ku bêhtir bi kerî karê werin.
 
Ji aliyê mederator hate sererastkirin:

Hebu_n

Moderator
27 Şub 2020
134
Kelo rojêki di rojên da ko Hişe Çekirî pêşda çû û robotên wek mirova (cyborg) hatîn çêkirin gelo ewna ji bi wan big data wa dikarin fêri tiştabin, yanî demako cyborg hat çekirin û me bi kodava vî hîne govendê kir ew bi alikaria înternetê lêgerîn bike xew dikare fêrî Şexani an ji Keleşo bike :D:D
 

huseyn

Moderator
6 Çile 2021
63
Kurdistan
Kelo rojêki di rojên da ko Hişe Çekirî pêşda çû û robotên wek mirova (cyborg) hatîn çêkirin gelo ewna ji bi wan big data wa dikarin fêri tiştabin, yanî demako cyborg hat çekirin û me bi kodava vî hîne govendê kir ew bi alikaria înternetê lêgerîn bike xew dikare fêrî Şexani an ji Keleşo bike :D:D
ka emê wan rojan bibînin gelo😂😂 bila cyborg bên çêkirin emê her tiştên kurdewarî hînî wan bikin😂