Kurdistan Çîyayê Cûdî ⛰

0 Tê Şopandin
2 Şopîner

DîrokHez

Endam
Bikarhêner

5 Şub 2021

31 Mesaj

62 Çalak

0 Çareseri

13

Peyama Yekemîn

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Tevlîbûn
5 Şub 2021
Peyam
31
Pûanên Behganîye
62
Cîh
Kurdistan
FB_IMG_1615742427551.jpg

Çîyayê Cûdî ⛰ Bilindayî 2.114 m Li Serê çiyayê Cûdî tu raweste û binêr. Axa welatê Kurdan hemû zîv û tev zêr. Çiyayê Cûdî (navê kevin : Çiyayê Qardû / Qardo / Kardû/ Kardo) yek ji çiyayên mezin ên bakurê Kurdistanê ye . Çiyayê Cûdî dikeve navbeyna Şirnex û Silopiyê de .

🔸️Çiyayê Cûdî û temenê wê yê jeolojîk : Çiya Cûdî beşeke ji çiyayên başûrê rojhilat ên Torosê ye û bi gelemperî ji kevirên kilsê (kalker) û dolomî pêk tê û dema wî ya çêbûnê ji serdema triyasî ya navîn û heta di serdema kretasî ya navîn ve xwe dirêj dike.

🔸️Çiyayê Cûdî û Nûh Pêxember : Li gorî baweriya olên birahîmî, Cûdî ji wextê Nûh Pêxember, ku gemiya wî heta îro jî meşhur e û niha çîyayek gelekî giring e. Tête bawerkirin, ku heta gemiya Nûh Pêxember di wextê Tofana Nûh de liser çiyayê Cûdî sekiniye. Ji hingê û heta niha, Cûdî wekî çiyayek bi xêr tête naskirin. Her sal ji gelek derên Kurdistanê û heta ji derveyê Welat jî mirov dihatin ku herin ser Sefîneya çiyayê Cûdî. Mehek an jî heyvek sax diman liser Sefîneya çiyayê Cûdî.

🔸️Çiyayê Cûdî û operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk : Di navbera salên 1995'an heta 2013'an de çiyayê Cûdî hatiye qedexekirin, ji ber ku eve 10 sal bûye dewleta tirkî operasyonên xwe yên leşkerî di vê menteqê û heremê de bicih anîne. Çiyayê Cûdî û daristanên wê di nav sala 2006'an de gelek caran ji aliyê leşkerê tirk ve hatiye şewitandin. Wextê ku xelkê herêma Şirnex, Cizîr û Silopî nerazîbûna xwe li dijî agiberdana çiyayê Cûdî nîşan didan, leşkeran ne dihêlan ku agir werde vemirandin. Di sala 2006'an de heta çar û pênc caran ji aliyê leşkeran ve agir berdane Cûdî. ************** Bi Kurdî Cûdî ku li parêzgeha Şernexê ye, û beşek ji rêza çiyayên Torosê ye. Cûdî, Kordî û Gordî koka wan hevpar Gottî ye, ew êla kurd herî kevin di dîrokê de ye. Qûçek ji çiyaye ku li welatê Kardox û Kordoyen e dikeve, ew ji hêla Girîkiyan ve (Yûnaniyan) hatiye bigotin mîna : Zenfon, Strabo, Ptlimo û Êldêr. Ew di jêderên Aramî û Suryanî de her weha bi navê Qardo /Kardo /Qerdo ve, ya ku li welatê Qardo ye, hatiye binavkirin. (Perseusê Babîlî) diaxive ku keştiya Nûh li ser çiyayê Kordeyîn rawest bûye. Di efsaneya Lehiya Babîlî de navê çiyayê (Nîsîr / Nêzîr) tê gotin Di çîroka Nûh û Lehiyê de, di Quranê de, Cebel El-Cûdî hatiye gotin. Kurê (Ibin) Xirazbah ew wekî perçeyek ji welatên Kurd dide xuya kirin. Keyên Aşûriyan li dijî niştecihên vî çiyayî pêk anîn e (dibe ku wan jê re digotin Nippur – li gor efsaneya Lehiya Sumerî ya hatiye dîtin li wê derê ) û herêmên derdorê yên wekî (Oku) û (Kutmux) û (Kumî, bajarê xwedayê Xûrriyan Tîşop) wekî ku di nivîsarên bajarê Marî de hatine gotin, ku gelek gûman dikirin ku Niştecihên wê bi zimanê Xûrî – Oraratî dipeyivîn. George Sally di sala 1734 z. de dibêje : Çiyayê Cûdî Kurd lê dijîn, û ji wan çiya navê xwe girtiye, û ji wan Grekîkan (Yûnanan) peyva Kardo, Gardo û Kardox girtin e, ku veguherî Gordia Di pirtûka Eden Buhişta Xwedayan de, ya Moşê Mazin ve hate gotin ku Buhişta Edenê li nêzî Cûdî ye, dibe ku Gola Alazigê an Elezîzê (Xarpêtê) li bakurê Kurdistanê ye.

FB_IMG_1615742429780.jpg
 

Hozan

Endam
Bikarhêner

3 Tem 2021

6 Mesaj

9 Çalak

0 Çareseri

0

Peyama Yekemîn

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Ket Xeletên te tûne ne!

Tevlîbûn
3 Tem 2021
Peyam
6
Pûanên Behganîye
9
Cîh
Holanda
spas ji te re.
 

Mijar

317

Peyam

860

Bikarhêner

247

Endamê/a dawîn

Çiya

Üst