Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Çîyayê Agirî

DîrokHez

Endam
5 Şub 2021
20
Kurdistan
FB_IMG_1612972331848.jpg

Çîyayê Agirî "ararat" , li başûrê Îdirê û bi qasî 15 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Bazîdê dimîne. Li Kurdistanê çîyayê herî bilind e (5137 m.), li parzemînên Ewropa û Asya, piştî Demavend (5610 m) çîyayê herî bilind e, li dinyayê jî di nav deh çîyayên herî bilind de ye. Çîyayê Agirî, bi teqînek volkanî ya li ser girseyeke bilind çêbûye. Jorê vî çîyayî sê çetel e, hêla ber bi Deşta Îdirê ya herî bilind e. Di nav wan de korta zangê (krater) heye, her dem bi cemed e. Çîya ji jor ber bi jêr ve, bi xwêlbûneke tîk nizm dibe. Heta bilindahîya 4 hezar metreyan kevirên bazalt, paşê jî andezît pir in. Kevirên andezît yên piştî teqîna volkanî li hawirdorê Çîyayê Agirî belav bûne, kevirên andezît ji bilindahîya 4 hezar metreyan pê ve pirtir in, ev kevir zû ji hev dikevin, perçe dibin, hûrhûrî dibin. Ji ber ku di nav rojê de cudatîya germê pir e, perçebûna kevir û zinaran pirtir dibe. Lewra her dem kevir û kuçikên hûr û gir xwe bera xwar didin û li hin palên çîya dicivin ser hev. Li ser vî çîyayî latên tîk, derz û qelş gelek in. Lewra derketin û daketina vî çîyayî pir dijwar e. Li hêla rojhilat, di navbera Agirîyê Mezin û Agirîyê Biçûk de, di Derbenda Serdarbûlak (2687 m.) re derketina ser qotê vî çîyayî hêsantir e. Bilindahîya zemîna ku her du çîyayên agirî li ser bilind dibe 2512 metre û frehîya vî zemînî jî 1.182 km2 ye. Dirêjahîya derdora her du çîyan 128 km ye. Dirêjahîya di nav her du çîyayên volkanîk de 11 km ye. Ev çîyayê ku di nav axa Kurdîstanê de dimîne, ji 4 dewletên din re dibe sînor, ango sînorên çar dewletên din li rojhilatê Agirî digîhêjin ser hev: Tirkîye, Îran, Ermenistan û Azerbeycan (Naxçiyan, Nahçıvan). Berfa li ser vî çîyayî pir zêde ye, sal 12 meh qotê Çîyayê Agirî bi berfê sipîboz dibe. Berî ku berf bihele berfa nuh dibare û li ser hev kom dibin. Ji bilindayîya 4 hezar metreyan pê ve berf û cemedên herdemî dest pê dikin (ev bilindayî li Çîyayê Alpê 3 hezar metre ye). Berfa ji vê bilindayîyê berjêrtir, ji ber kevir û kuçik û axa xwe bera jêr didin, gemarî û bi herî ye. Li herî jorê vî çîyayî cemedeke bi hezaran sal heye, qalindîya vê cemedê 300 metre, çapa wê 5 km û firehîya wê jî 10-12 km ye.