Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Pirtûkxane & Arşîv Birakujî

Hebu_n

Moderator
27 Şub 2020
134
23E05BE5-C830-43E0-9819-BEA511315E2F.png



Di dîroka mirovayetî yê de hemû gel di nav tevlîheviyê de şer kirine,lê belê şerên herî dijwar nav Kurdan de çêbûye. Di vê mijarê de dîroka Kurdan ji dîroka hemû gelên din zêdetir e û dîroka Kurdan her carî xwe dubare kirî ye. Di cîhanê de peyvek mîna "Birakujî" di nav zimanên gelan de pirr hindik heye, Kurd yek ji wan gelanin ku xwediyê peyvekî wusa ne. Di çîrokekî kevn de dibêje; Dema Kurdek,Kurdekî bikuşta,li ser laşê wî disekinî û sere xwe hildida navbera herdu destên xwe û disekinî. Ji vê bûyerê re "Birakujî" dihê gotin. Wate(mane)ya peyva brakujî kuştina bira bi birayekî ye. Sedem (sebep) a herî yekem bo birakujiyê eşîrparêzî bû û îro jî Komgirtin e mînak {PDG(hdp),PDK(kdp),PKK, YNK(puk)}. Dîroka Kurdan gelek caran şerên eşîra tevlîhev de hatiye dîtin îro jî
em şerên kom(partî)an tevîhev de dibînin xwelî sere me be.

Berhema İbnü’l- Cevzi ya Muntazam da derbarê şerê Kurdan da wusa dibêje " Di sala 1049 dubendî derketiye tevlî mîrê Musule Karvaş û Kurdên el-Hezbâniyê û el-Hamidiyê de, devdorê Musulê de keleh(birc) a Kurdên el-Hamidiyê hebûne, keleha Erbileê û gund, bajarok jî yên Kurdên el-Hezbâniyê bûn, el-Hâmidiyan piştgirî dan Ebu’lHasan daku ew kelha Erbilê bistîne. Ebu'l Hasan kelhê desteser kir"

"Serokê Kurdên Kahtanî Fadl b. Ahmed el- Kurdî û Kurdên Hezbâniye ceng kirin Fadlun el- Kurdî bi Kurdan re şer kir û Kurdan kuşt"



Şeref Xan di Şerefnameyê de behsa şerê eşîra xwe eşîrên kurapên xwe bi helbestekî dibêje.



”Zirihên wan ji hesinan bû,di destên wan de şûrên Hindû hebû.

Bi seranserî wek ku 2 behrên bi simsaran tijî dagirtî hesin bû.

Qayişên wan bi rengê gulan nexşandî bû bi seranser.

Wek ku bi xwîna yek kesekî qayîş girêdabûn.

Dema dengê defê û awazên mirinê dihat.

Di awazgeha “Ney de ecel” dest bi xwendinê kir.

Tîrên ku ji kevanan derdiketin,ber bi rêya talanê ve diçûn.

Û ji her aliyê ve geremolî dest pê kir.

Di qevastin û werzaniyê de gernasên perwerdekirî.

Şêr ketin nav hev û wek pilingan.”



Lê belê îro jî em Kurd li serê xwe naxin ew şerên brakujî tu carî alîkarî neda me û me li paş dixe. Îro ger serokên koma dihewtîne hew da ger em bêjin Kurdistan bûye 4 perçe û li her 4 perçeyan zarokên Kurd dihên kuştin em ê çi xwelî li xwe bikin?Lewra,bêguman em jî hevdu dikujin birayê minî delal ji Kurdistan Serok û Rêberan mazintire ji bo Xwede hişe xwe bidin sêre xwe bifikirin heger ku karên we,zirar dide we,divê hûn bizanibin ew kar ji bo dijminê we pîroz e.

 

Arî

Endam
29 Çile 2021
13
kurdistan
Kuştina jihev di piraniya netewan de çêbûye. Di Dîrok te pir mînak hene . Lê piştî netew-dewlet sazbûne binavkirina vî tiştî hatiye rojevê.
Di nav Kurdan de hatta li gundan berberî demek dirêj ajotîye.
Gotina Bijakujî di demên nêzde hatîye binavkirin. Avasazê(mimar) wê ji diyarin. Ji xwe hewce nakê ez bi navjî bikim. Mixabin ew hişbendî hêjî di nav wan kesande diyare.
 

Ekli dosyalar

  • 1500x500.jpg
    1500x500.jpg
    95.8 KB · Temaşekirin: 13
Sererastkirina dawî: