Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Kurdistan Bedi'uzzeman ser Newroze.

Hebu_n

Moderator
27 Şub 2020
149
Bediuzzaman-Said-Nursi.jpg

« Were, îro newroza sultanî ye. Tebeddulatek wê hebe, karên ʿecêb wê derkevin. Di vê roja xweş a vê beharê da, vê seḥraya kesk a bi van gulîlkên bedew emê herrinê, seyran bikin. Ha binihêrre! Ehalî jî tên vî aliyî. Binihêrre, siḥrek heye: wan binayan ji nişka va xerab bûn, şeklekî din hilgirtin. Binihêrre, muʿcizeyek heye: wan binayên ku xerab bibûn, ji nişka va li vira hatin çêkirin. ʿEdeta, ev çoleke xalî, bû bajarekî medenî. Binihêrre, mîna perdeyên sînemayê, her saʿetê ʿalemeke cuda nîşan dide, şeklekî cuda hildigrê. Bala xwe bide vê ku, di nav ewqas perdeyên tevlihev, bi surʿet, bi kesret, ḥeqîqî da intizameke çiqas mukemmel heye ku, her tişt cêbicê tê dahanîn. Perdeyên sînemayê yên xeyalî jî nikarin qasê vê muntezem bin. Bi milyonan siḥrbazên mahir jî, nikarin van senʿetan çêkin. Nexû, ew padişahê ku bi me nahê xuyanê, muʿcizeyên wî yên pirr mezin hene. »
- Bedîʿuzzeman -