Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Pirtûkxane & Arşîv Aşdad

Hebu_n

Moderator
27 Şub 2020
149
Kovara Sêmehane ya Hiqûqê
"Destpêka Hiqûqê" Derket
EvqhH0YXAAEkhpm.jpeg

Baroya Amedê di “21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê a Cîhanê” de wê hejmara yekem a hiqûqê a bi navê Aşdad derxist. Kovara hiqûqê a bi kurdî wê sê mehan carekê çap bibe û wê cîh bide mijarên têkildarî hiqûqê.

Parêzer Elîf Bîrkîlî, Seroka Komîsyona Zimanê Kurdî a Baroya Amedê bi bîanetê re axivî û wiha goti bû “Hejmara yekem a kovarê di “21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê a Cîhanê” de wê çap bibe. Roja 21ê Sibatê ji aliyê UNESCOyê ve di 17ê Çiriya Paşiya sala 1999an de weke roja zimanê dayîkê hatibû ragihandin.”

Yekem Dosye: Destpêka Hiqûqê ye

Bîrkîliyê diyar kir ku wê di kovarê de hemû mijarên derbarê hiqûqê de hebin û weha got, “Bêguman di her hejmarê de ev mijarana wê weke dosyayek were amadekirin û bi vî awayî wê weşaneke sistematik çêbibe.

Parêzer Bîrkîliyê derbarê naveroka kovarê de weha gotî bû:

“Kovar bi vê perspektîfê hatiye amadekirin û wê di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê de çap bibe. Mijara hejmara yekem a kovarê wê Destpêka Hiqûqê be. Ji bo ku di vî warî de xebatek nûye, me xwest em bi rêbazekî plankirî û bi rêk û pêk bipêşkevin. Di hejmara yekemîn de him nivîsên endamên komîsyonê him jî nivîsên hevalên me yên hiqûqnas yên hêja yên li derveyî komîsyonê ku di warê hiqûqê de xebatên hêja bi Kurdî kirine hene. Her weha nivîsên kesên ku derbarê ziman de xebat kirine jî hene.”

475-316.jpg

*Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê