Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Pirtûkxane & Arşîv Arjen Arî

DîrokHez

Endam
5 Şub 2021
20
Kurdistan
Biharek rengîn bû, di payîzek kurt de winda bû.. Arjen Arî, xweş tov di beyarên welatê me de reşand.. Xweş berhem nivîsandin û xweş ziman ji talanên neyaran parast.." konê reş " Helbestvan, çîroknivîs û nivîskarê rojnameya Azadiya Welat Arjen Arî di 1ê Nîsana 1956an da li herêma Omeriya li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di 1979an de Enstituya Perwerdeyî ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Cara peşî li kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan. Weke gelek helbestvan û nivîskarê Kurd wî jî bi Tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976an de li Nisebînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polisan dest danîn ser helbestên wî yên Kurdî û Tirkî. Qasî hefteyekê di girtîgehê de ma. Ew derket lê helbestên wî heta niha jî hepsî ne. Piştî 12ê îlonê ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992"an de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî bû û birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji mirinê filitî. Piştî wê bûyerê êdî li Amedê ma. Helbestvan Arjen Arî ji ber nexweşiya penceşêrê 30ê Cotmeha 2012an de çû ser dilovaniya xwe.

Nivîsên edebî û helbestên wî yên cuda
1980 îro dîsa, ev leşkerê rom û wer, bi navê O. Dara, Tîrêj, 2.
1992 Çîroka sêzdeh şev û sêzdeh rojan, Nûdem, 2.
1992 Sibeha îlonê û Çarîn, Nûdem, 3.
1994 Kevokê û Masîko, Nûdem, 10.
1994 Kurik û Kulîlkên bihara derengmayî, Nûdem, 11.
1995 Ne axperest im, Çira, 3.
1995 Tovreşîn im, Nûdem, 16.
1996 Wargeh, Çira, 5.
1997 Dilodîn, Nûdem, 21.
1997 Ji bîr nebûbê, Çarîn û Heta ferwerdîneke din, Nûdem, 24.
1998 Name, Nûdem, 28. 2000 Berê min ketiye Xozatê, Nûdem, 34.
2007 Min rahiştiye serê xwe, Nûbûn, 94.
2008 Piçek zaroktî, Nûbûn, 98.
2008 Nûçeyek xwezî û kezî, Nûbûn, 102.
2008 Ji klasîkiyê ber bi futurîstiyê ve Reşîdê Kurd, Nûbûn, 104.
2008 Birîna Reş, Nûbûn, 105.
2008 Qismet, Nûbûn, 106.
2008 Ji kişweran payiz e niha!, Nûbûn, 107.
Berhemên wî
1999 Ramûsan min veşartin li geliyekî, Weşanên Avesta, helbest.
2002 Ev çiya rûspî ne, Weşanên Avesta, helbest.
2003 Destana Kawa, Weşanên Elma, helbest.
2006 Eroûtîka, Weşanên Lîs, helbest.
2008 Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, antolojî.
2008 Şêrgele, Weşanên Avesta, helbest.
2009 Çil Çarîn, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, helbest.
2010 Bîhoka li pişt sînor, Avesta, çîrok.
2011 Payîza Peyvê, Weşanên Belkî, Amed, helbest.
2012 Kulîlkên Be"îvan, Weşanên Ronahî, Amed, helbest.
2012 Gorî û Bindest, Weşanên Ronahî, Amed, helbest

FB_IMG_1612496178031.jpg