Bi xêr hatî, Mêvan!

Ji bo gihîştina naveroka forûmê û hemî karûbarên me, divê hûn xwe tomar bikin an têkevin forumê. Endamtiya forûmê bi tevahî belaş e.

Grafîk & Vîdeo Adobe Photoshop çi ye?

MurselBeg

Endam
Bikarhêner
28 Çile 2021
3
Stenbol
Photoshop

Hûn dikarin bi Photoshopê wêne û grafîkên xwe bi awayekî vektorî (arastedar) saz bikin û biguherînin.

images.png





Photoshop çi ye?

Photoshop ew tişte ku ji bo wêneyek an jî grafîkeke ku hûn bînin ser Photoshopê û wan saz bikin an jî li ser wan bilîzin hatîye avakirin.
Ango Photoshop ne ji bo ku hûn wêneyên nû çêbikin, ji bo ku hûn li ser wêneyên heyî kar bikin, saz bikin, sererast bikin hatîye avakirin.

images (2).jpeg





Photoshop çawa tê bikaranîn?

Wekî ku me got Photoshop ji bo hûn li ser wêneyan sererastkirinan bikin hatîye avakirin.
Dema ku em vê xebatê dikin tiştên ku em pir bi kar tînin ev in; jê kirin, ji ber girtin(kopî kirin) û jê birin in.
Armanca wê yî bi kar anînê jî dikare di gelek cîyên cûda de sûdê(fêde) bide mirov.
Hûn dikarin wêneyên xwe yî peritî, zenûn, çilmisokî û hwd. sererast bikin.
Hûn dikarin rengan bidin wêneyan û di çêkirina pêkarên(faktor) kêfxweşîyê de bi kar bînin.

Bi Gelemperî Photoshop

Ji bo ku hûn bernameya Photoshopê bi bandorî bikar bînin, hewce ye ku hûn dizanibin bername çi dike û mantiqa xebata wê çawa ye. Heke hûn vana dizanibin, hûn ê mantiqa rastîn a bernameyê jî fêm bikin.

Di Photoshopê De

-Xebatên li ser reng û efektan
-Fotomontaj
-Selihandin, sazkirin
-Kolaj
-Çêkirina wêneyên bi HDR û Panoramîkî û hwd.
-Decupe (di hûndirê wêneyî de paqijkirina tiştekî nelicih)
-Çêkirina logoyan û hwd.

images (8).jpeg




Photoshop di gelek waran de wekî wênekêşî, ajansên reklamkarîyê, pargîdanîyên sêwirana malperê û pîşesazîyên fîlmê ji bo mebestên profesyonelî tê bikar anîn. Bi kurtî, ew bûye perçeyek neçar a cîhana dîjîtal û di wê rêyê de serokatîya xwe didomîne û bi sazûmana xwe re di dilê bikarhênerên xwe de textek ava kirîye ku bi saya nûbûnên di her guhertoyek nû de serokatiya xwe hê bêtir dide nîşandan.

images (1).jpeg